Tirkiye: Divê Amerîka bizane Tirkiye bê alternatîf nîne
Serokê Ragihandinê yê Serokomariya Tirkiyê Fahrettin Altun got Amerîka çiqas zû têbigihîje ku gavavêtinên dijî Tirkiyê ji peydakirina daxwazên Tirkiyê xisaroktir e, ev qas baş e.
Altun li ser hevkariya Amerîkayê bi HSDê re got, “Amerîka çiqas zû têbigihe ewqas baş e, Tirkiye di ti mijarê de ne bê alternatîv e.”
Altun ji Kovara Lêkolînên Aborî û Civakî ya SETAyê re li ser biryara vekişîna Amerîkayê û daxuyaniyên rûbirûbûna Kurdan û Tirkan li Sûriyê ragihand, “Ev dezenformasyona Amerîkayê ya parçeyek ji plana dizayna siyasî ya nû li herêmê ye.”
Altun diyar kir, divê Amerîka bilez fêm bike ku bêyî Tirkiyê avêtina hin gavên li Sûriyê dê xwedî malîyeteke zêde be û çiqas zû fêm bike dê ewqas baş be, lewra Tirkiye di ti mijarekê de ne bê alternatîv e.
Fahrettîn Altun herwiha bal kişand ser hebûna YPG/HSDê li Sûriyê û got, ewlekariya welatê wan ti carî nabe mijara bazariyê û hewce bike wekî ku bi zelalî gotine, dê navgîna bikaranîna hêzê bixin dewrê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin