Tirkiye: Îsal 15 kes bi gulleyên hêzên ewlekariyê hatine kuştin

Tirkiye: Îsal 15 kes bi gulleyên hêzên ewlekariyê hatine kuştin

.

A+A-

Di demekê de ku 10 Kanûnê Roja Cîhanî ya Mafên Mirov e, îsal di encama teqekirina hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê de li serenaserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 15 kesan canê xwe ji dest dane ku kesek ji wan zarok e. Herwiha di 10 mehên destpêka îsal de hezar û 521 karkeran li ser kar canê xwe ji dest dane û di 11 mehên îsal de jî 308 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. Ev yek ji bilî destserkirin, girtin û îşkencekirina bi hezaran kesên endamên rêxistinên partiyên siyasî, rojnamevan û çalakvanên mafên mirov.

Piştî pesendkirina Beyannameya Cîhanî ya Mafên Mirov di 10ê Kanûna sala 1948an de, ji wê dîrokê ve 10ê Kanûnê wek Roja Cîhanî ya Mafên Mirov hatiye ragihandin, lê îsal jî Tirkiye bi rêjeyeke zêde ya binpêkirinan di rojevê de ye. Binpêkirinên li dijî mafên mirov bi taybetî di serdema desthilata AKPê de sal bi sal zêde dibin û ev yek di amarên saziyên mafên mirov de bi eşkere tê dîtin.

Li gor amarên Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê (TÎHV) û Komaleya Mafên Mirov a Tirkiyê (ÎHD), li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îsal roj bi roj binpêkirinên mafên mirov ên wek, îşkence, tevgera xirab, binpêkirinên mafên mirov û astengkirina azadiya ramanê zêde bûne. Kesên herî zêde binpêkirin li dijî wan hatine kirin, karker, jin, pêkhate, koçber û kesên girtî ne. Herwiha di sala 2022an de hejmareke zêde ya xelkê asayî û bi taybetî jî zarok bi hincetên wek sivkatiya bi serokkomar hatine darizandin û astengkirin û tundûtîjiya li dijî rojnamevan û saziyên ragihandinê jî zêde bûne.

Li gor amaran binpêkirinên di sala 2022an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wiha ne:

Ji 8ê Kanûna 2022an û şûn de bi hinceta ku guh nedana hişyariya Hêzên Ewlekariyê 1 jê zarok 15 kesan bi gulleyên hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Ev di demekê de ye 1 jê zarok 12 jê koçber bi giştî 23 kes jî birîndar bûne.

Herî kêm 3 kesan di encama lêdana otomobîlên hêzên ewlekariyê de canê xwe ji dest dane.

Di encama mîn û teqemeniyên bermayên şer ên Artêşa Tirkiyê de zarokekî canê xwe ji dest daye û 3 jê zarok 7 kes birîndar bûne.

Li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îsal 61 kesan canê xwe ji dest dane ku piraniya wan girtiyên nexweş in û mirina hinekan ji wan bi guman e.

Di sala 2022an de hejmareke zêde ya binpêkirinan li dijî rojnamevanan jî hatiye kirin. Di çend êrîşan de rojnamevanek hatiye kuştin. 6 rojnamevan hatine destserkirin û 30 rojnamevan jî hatine girtin. Hêzên Ewlekariyê tûndûtîjî li beramber 15 rojnamevanan kirine.

Li gor amarên Encûmena Ewlehiya Kar û Tenduristaya Karkeran a Tirkiyê di 10 mehên destpêkê yên îsal de herî kêm hezar 521 karkeran li ser kar canê xwe ji destdan. Di 11 mehên destpêkê yên îsal de 308 jin û 36 zarok ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin