Tirkiye: Ji 20 hezar kontejan mamoste tenê yek bi Kurdî hae dayin

Tirkiye: Ji 20 hezar kontejan mamoste tenê yek bi Kurdî hae dayin

Wezareta Perwerdeya Tirkiyê ji bo 60 beşan 20 hezar mamoste tayîn kirin, lê tiştê balkê ew e ku tenê yek kontejan bo zimanê Kurdî hatiye veqetandin.

A+A-

Wezareta Perwerdeya Tirkiyê îro bo sala xwendina nû 2020-2021 derdora 20 hezar momesteyên nû tayîn kirin.

Hat zanîn ku Ji 20 hezar kontenjanan, Wezareta Perwerdeya Tirkiyê têne yek kontenjan bo zimanê Kurdî veteqetandiye.

Ji sala 2012an ve li hin zanîngehan beşa Ziman û Wêjeya Kurdî heye. Li Zanînghea Artûklû, Mûş Alpaslan û Zanîngeha Çewligê beşa Kurmancî, dîsa li zanîngehên li Çewligê û Dêrsimê jî beşa zazakî heye û salane bi sedan kes ji wan zanîngehan weke mamosteyê zimanê Kurdî der diçin.

Tevî ku li bajarên Bakurê Kurdistanê daxwaz li ser zimanê Kurdî heye û hejmareke zêde ya derçûyên mamosteyên Kurdî hene, lê Wezareta Perwerdeya Tirkiyê salane herî zêde 2-3 kontenjanan bo zimanê Kurdî vediqetîne û ev jî dibe sedema nerazînûnê.

Serokê Platforma Parastina Mafan Îlyas Buzgan ji Rûdawê re got: “Desthilatdariya Tirkiyê, bi zanebûn û sîstematîk tayîna mamosteyên zimanê Kurdî sînordar dike.”

Îlyas Buzgan diyar kir ku tevî ku pêwîstî bi mamosteyên Kurdî heye, lê tayîna wan nayê kirin û got: “Beşên Ziman û Wêjeya Kurdî sala 2012-2013 hatin vekirin û di sala 2016-2017an de zimanên kurdî der çûn. Heta niha derdora 1500 hezar derçûyên beşa Kurdî hene. Ji sedî 10 wan jî nehatine tayînkirin.”

Buzgan amaje bi wê yekê kir ku ew helwesta desthilatdariya Tirkiyê neheqaniyet e û got: “Serokomarê Tirkiyê di axavtinên xwe ji Quranê ayetan dixwîne û behsa dadmendiyê dike. Xwedê dibêje bi edalet bin. Lê ev helwest li dijî dadmendiyê ye.”

Serokê Komeleya Ehmedê Xanî Aziz Baydillî jî diyar kir ku daxwaza Kurdan a ji bo ziman tê paşguhkirin û got: “Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê  ne ku weke waneya bijarte be. Heta niha jî li bajarên Kurdan bi hezaranan zarokên hene piştî ku diçin dibistanê fêrî zimanê Tirkî dibin.”

Aziz Baydilî herwiha anî ziman ku divê dewleta Tirkiyê bi awayekî jidil nêzîkî mijara daxwaza zimanê dayîkê bibe û divê astengiyên li ber zimanê Kurdî bêne rakirin.

Tê gotin ku zêdetir ji 25 milyon Kurd li Bakurê Kurdistanê hene û ew ji mafê perwerdeya Kurdî bêpar têne hiştin. Heta niha bi hezaran mamosteyên Kurdî bawernameyên xwe wergirtine û li benda wê yekê ne tayînên wan çêbibe û dest bi karê xwe bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin