"Tirkiyê ji Soçiyê destvala vegeriya"
Lûtkeya Soçiyê bi beşdariya serokên Îran-Rûsya û Tirkiyeyê pêk hat. Di lûtkeyê de babetên ku bi awayekî hevpar derketin pêş; ‘makezagoneke nû’, ‘hilbijartineke demokratîk û adilane’ û ‘herêmên bêpevçûn’ bûn.
Îro li Soçiya Rûsyayê, bi beşdariya Serokê Dewleta Îranê Hesen Rûhanî, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn Lûtkeya sêalî hate lidarxistin. Ji lûtkeyê peyamên girîng hatin belavkirin.
Her sê serokan piştî civînê ragihandin ku 'Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê' dê bê lidarxistin.
Ji Pûtînî Kirpandina ‘HEMÛ ALIYAN’
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, di axaftina xwe de bale kişand ku ‘divê welatiyên Sûriyê çarenûsa xwe ew bixwe diyar bikin’ û got ‘Rûsya, di kongreya ku bo peydakirina çareseriya siyasî dê bê lidarxistin de alîgir e ku divê hemû aliyên neteweyî û mezhebî bê îstîsna beşdar bibin.’
Erdoğan jî di axaftina xwe de bi hevokekê ragihand ‘bila kes ji me hêvî neke ku komên ku gefan li ewlehiya me ya milî dixwin, em digel wan di bin heman sîwanê de bibin.’
Serokê Dewleta Îranê Hesen Rûhanî jî weke Pûtînî, di axaftina xwe de bale kişand ser girîngiya beşdariya hemû aliyên neteweyî û partiyên çalak ku beşdarî kongreyê bibin û tevlî pêvajoya amadehiya makezagona nû bibin.
Her wiha di axaftinan de tiştê balkêş ev bû ku Rûhanî û Pûtîn di behsa rizgarkirina Sûriyê ji DAIŞê de, navê DAIŞê dan lê Erdoğan, navê DAIŞê neanî ziman.
Di Lûtkeya Soçiyê de babetên hevpar û sereke ku Pûtîn û Rûhanî derxistin pêş; ‘makezagoneke nû’, ‘hilbijartineke demokratîk û adilane’ û ‘guftûgoyên ku beşdariya hemû aliyan wê esas bigire’ derketin pêş. Li aliyekî din hate çavdêrîkirin ku rikberiya Erdoğanî bo vederkirina PYD/YPGê ji pêvajoya çareseriyê domand.
Weke ku bi zelalî tê fahmkirin; helwesta rikber a Tirkiyeyê bo tevlînebûna PYD/YPG’ê li pêvajoya çareseriyeke siyasî didome û bo vê yekê jî Tirkiyê ji Soçiyê destvala vegeriya. Her wiha şîrove ev e ku vê siyaseta Tirkiyeyê ku tenê li ser dijberiya kurdan sazbûyî ye dibe ku bi temamî wê li derveyî vê pêvajoya çareseriya bi aştiyane bihêle.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin