
Tirkîye jiber Vîrusa Korona Derîyên bi Îranê re Digire
Tirkîyê jiber vîrusa korona ya li Îranê belav bûye, 4 derîyên sînor yên bi wî welatî re bi awayekî demkî girtin.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Vîrusa korona ya bi navê Covid-19 li Îranê heta niha 8 kes kuştine.
Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê Fahrettîn Koca da zanîn ku wan li ser fermana Serokomar Recep Tayîp Erdogan derîyên bi Îranê re girtine.
Koca dîyar kir ku rêka erdê û rêka xeta trenê ya bi Îranê re hatine girtin û hemî firînên navneteweyî jî hatine girtin.
Wî got ku çûyînên ji Tirkîyê ber bi Îranê ve dê bidomin, lê hatinên ji Îranê dê rawestin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin