Tirkiye li dijî dersa dîroka Kurdan a li Fransayê derket

Tirkiye li dijî dersa dîroka Kurdan a li Fransayê derket

Wezareta Derve ya Tirkiyê li hember dersa derbarê dîroka Kurd û Pirsa Kurd de ku hikûmeta Fransayê di programa xwandina lîseyê de li wî welatî cih daye wê, nerazîbûn nîşan. Hamî Aksoy, Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, ew îdeolojiya cudaxwazî y

A+A-

 

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, Hamî Aksoy gotiye, “ew propagandaya terorê encameke siyaseta fermî ya Fransayê ye.”

Aksoy herwiha diyar kiriye, “wêrekiya dayîna wê biryar ji wan kesan hatiye girtin ku li koşkên serokatiyê pêşwazî li kesên bi nav nûnerên rêxistina terorê dikin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê herwiha gotiye, “siyaseta derve ya Fransayê hema hema li ser rûbirûbûna Tirkiyê di her mijarî de hatiye avakirin” û tekez kiriye, “hewldanên Fransayê yên ji bo guhertina rastiyên dîrokî û hiqûqî cihê dilgirniyê ne.”

Hikûmeta Fransayê derbarê dîroka Kurd û Pirsa Kurd de derseke tarîx û cografyayê dixe nav programa xwandinê ya pola 11 a qonaxa lîseyê.

Ders di pirtûka dîrokê û cografyayê de hatiye danîn û navnîşana dersê jî, “Kurd: neteweke bê dewlet e.”

Di naveroka wê dersê de hatiye, ku Kurd mezintirîn netewa bê dewlet e li cîhanê û hejmara wan nêzîkî 40 milyon kes e û piraniya wan li ser mezhebê Sunne ne. Herwiha di wê dersê de hatiye gotin: Sed sal e ku beşek ji Kurdan ji bo Kurdistaneke serbixwe têkoşînê dikin û ew dewletên beşek ji Kurdistanê ketiye nav sînorê wan, li dijî wê hewldanê radiwestin, lê rûxana rejîma Seddam û herrifîna Sûriyê, hêviyên ji bo avakirina Kurdistaneke serbxiwe vejandine.

Di birgeyeke din a dersê de pirsek wisa hatiye kirin, “gelo milmilaniyên Rojhilata Navîn dibin sedema çêbûna dewleta Kurdî?”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin