Tirkiyê li Kobanî santrala avê topbaran kir: Birîndar hene

Tirkiyê li Kobanî santrala avê topbaran kir: Birîndar hene

.

A+A-

- Artêşa Tirkiyê santrala avê ya li gundê Şiyûx ê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kir.

Artêşa Tirkiyê sentrala avê li gundê Şiyûx li rojavayê Kobanî topbaran kir, di encamê de 3 karmend birîndar bûn û ji bo nexweşxaneya Kobanî hatin birin, her wiha otomobîleke wan jî bi temamî hate şewitandin.

Nasnameyên karmendên ku birîndar bûne, Fadil Bazar ê 49 salî, Bozan Şêx Nebî ê 48 salî û Mislim Hemo yê 55 salî ye.

Ev demek e Tirkiye gefa êrîşa bejahî li Kobanî, Minbic û Til Rifetê dixwe û bi berdewamî gundên rojavayê Kobanî topbaran û bombebaran dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin