Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê 4 welatî kuştin

Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê 4 welatî kuştin

Hejmarek welatiyên Rojavayê Kurdistanê dema ku dixwestin derbasî Tirkiyê bibin, ji aliyê cendirmeyan ve hatin gulebarankirin. 4 kesan canê xwe ji dest dan, 5 kesên din jî birîndar bûn.

A+A-

Hat ragihandin, di dema ku hejmarek welatiyan dixwestin bi qaçaxî ji navçeyekê di navbeyna gundên Erade û Feqîra yên di navbeyna bajarên Dirbêsiyê û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê, derbasî bakûrê Kurdistanê bibin, ji aliyê cendermeyên Tirkiyê ve hatin gulebaran kirin. Di encam de 4 welatiyan canê xwe ji dest dan, ku sê ji wan jin in, û 5  welatiyên din jî brîndar bûn.

Herwiha hat diyarkirin, heta niha termên welatiyan li ser sînor in û ji tirsa gulebarankirina cendermeyan kes nikare nêzîk bibe û termê wan rake û birîndar bo nexweşxaneyên bajarê Serê Kaniyê hatine veguhestin. Rewşa birîndarekê jî, xerab e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin