
Tirkiyê li ser sînorê Rojava bicîh dibe!
Artêşa Tirkiyê hinek hêz û cebilxaneya din li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bicîh kir.
A+A-
Artêşa Tirkiyê hinek hêz û cebilxaneya din li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bicîh kir.
Tevgera leşkerî ya Tirkiyê ber bi sinorê Rojavayê Kurdistanê ve berdewam e û artêşa Tirkiyê karweke din ya hêzên komando şand ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.
Hêza leşkerî ku ji tirimbêlên zirhî û 12 otobûsan tijî komando pêk dihat, li devera Serêkaniyê ya Serxetê (Riha) û li ser sînorê Rojava hatin bicîhkirin.
Rayedarên Tirkiyê bi taybet serokê wî welatî Recep Tayyip Erdogan gotibû, ew li benda encamên hevdîtinên navbera Amerîka û Tirkiyê li ser herêma aram namînin û ewê “korîdora terorê” perçe perçe bikin.
Qesta Erdogan ji “korîdora terorê”, Rojavayê Kurdistanê û ew dever in yên ku di bin destê YPGê de ne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin