
Tirkîye rêwîtîya bo 14 welatan qedexe dike
Wezareta tenduristîyê ya Tirkîyê tûşbûna 3 haletên din bi vîrusa Korona li Tirkîyê radigihîne û rêwîtîya bo 9 welatên din jî qedexe dike.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fehredîn Koca di konferanseke rojnamevanî de ragihand, hejmara tûşbûyên bi vîrusa Korona li wî welatî bû 5 halet, ji ber wê jî hema çalakîyên meha Adar û Nîsanê hatin hilweşandin.
Herwiha ji 15ê Adara ve jî, tevahîya dibistanan û dezgehên perwerdeyê tên girtin û dewam tê rawestandin.
Dîyar kir jî, geştkirina bo 9 welatên din hatin qedexekirin, ku bi vê hejmarê welatên qedexeya çûhatinê li ser hatine danîn dibe 19 welat.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin