Tirkîye û NATO li ser YPGê di rûyê hev de sekinîne

Tirkîye û NATO li ser YPGê di rûyê hev de sekinîne

Di demekê de ku dê sibe Sêşemî 3ê Kanûna 2019an civîna NATO li Londonê dest pê bike, nakokîyên navbera rê rêxistinê û endamên wê li gel Tirkîyê zêde bûne û hêzên Kurdî yê Rojavayê Kurdistanê û bi taybet YPG yek ji xalên serekî yên nakokîyên navbera herdu

A+A-

Navenda Nûçeyan- Îro 3ê Kanûna 2019an civîna du rojî ya NATO li Londonê birêve diçe û 70mîn salvegera samezrandina vê hevpeymanîyê jî tê bibîranîn, lê belê hefîyek berî destpêkirina civînê, nakokîyên navbera wê rêxistinê û NATOyê zêdetir bûn, dema ku Tirkîyê ragihand, amade nîne piştgirî li plana NATOyê ya bo navçeya Baltîk û Plendayê bike, eger endamên NATOyê piştgirî li êrîşa artêşa Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûrîyê nekin û YPGê weke rêxistineke terorîstî nas nekin.

Çar çavkanîyên agahdar ji ajansa Rueters a Brîtanî re ragihandine, Tirkîye di civînên aşkere û taybet de helwêstekî tund nîîşan daye û daxwaz kirîye, di daxuyanîyên fermî de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) weke rêxistineke terorîstî bi nav bikin.

Li gor wan çavkanîyan, Tirkîyê gef xwarîye ku eger eger endamên NATOyê piştgirî li êrîşa artêşa Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûrîyê nekin û YPGê weke rêxistineke terorîstî nas nekin, Enqere ne amade ye ku piştgirî li plana NATOyê ya bo navçeya Baltîk û Plendayê bike. NATO hewl dide, planeke serbazî ji bo parastina Polenda, Lîtvanîya, Latîvîya û Stnoîya, di egera êrîşa Rûsyayê bo ser wan welatan de, amade bike.

Tirkîye YPGê weke baskê Sûrîyê yê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) dibîne û ew yek jî weke hincet bo necamdana êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê bi kar anîye. YPG îddia û tohmetên Tirkîyê red dike û dibêje, ji bilî hevsozîya îdeolojîk, ti pêwendîyeke rêxistinî di navbera wê û PKKê de nîne.

Yek ji çavkanîyên ku zanyarî dane Ruetersê ragihandîye, “Tirkîye, rojhilatê Ewropayê wek rehîne girtîye û rê nade ew plana serbazî bê erêkirin, heta ku rizamendîya NATOyê derbarê daxwazên xwe yên têkildarî YPGê û êrîşa bo ser Rojavayê Kurdistanê werdigre.”

Tirkîye û komên çekdar ên Sûrî yên ser bi wî welatî ve, ji roja 9ê Cotmeha îsal ve û bi vêxistina lampaya kesk ji rêveberîya Donald Trump ve êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirin.

Amerîka û NATO ji êrîşa Tirkîyê ya bo ser bakurê Sûrîyê nîgeran in û dibêjin, ew êrîşa Tirkîyê dibe ku astengîyên mezin ji bo kempîna navdewletî ya li dijî DAIŞê çê bike û bibe sedema dubare bihêzbûna DAIŞê.

Tirkîyê bêyî rizamendî û şêwira NATOyê, êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirîye û di maweya çend heftîyên bihorî de bûye sedema bihêzkirina pêgeha Rûsyayê li bakurê Sûrîyê.

Welatên enîya rojhilatê Ewropayê daxwaz ji NATOyê kirine, planeke serbazî ji bo parastina wan ji egera her êrîşeke Rûsyayê amade bike, piştî ku Rûsyayê nîvgirava Kirîmya ya Ukraynayê xiste ser axa xwe û piştgirî li cudaxwazên li rojhilatê Ukraynayê kir.

Li gor maddeya 5 a Peymannameya NATOyê, her core êrîşek bo ser endameke NATOyê tê wateya êrîşa ser hemû NATOyê, lewma ew rêxistin neçar e berevanîyê di ber asayişa endamên xwe yên li Baltîkê de bike.

Asayişa navçeya Baltîkê û rojhilatê Ewropayê, ti bandoreke rasterast li ser pêşxistina asayişa Tirkîyê nîne, bi taybet jî di demekê de ku pêwendîyên ewlehî û serbazî yên Tirkîyê li gel Rûsyayê di çend salên bihorî de gelek pêşkevtine. Li alîyekî din, amadekirin û qebûlkirina plana parastina welatên navçeya Baltîk ti bandoreke rasterast li ser manovrên leşkerî yên Tirkîyê li bakurê Sûrîyê jî nake, lê belê Tirkîye dixwaze vê plana stratejîk a NATOyê wek kerta fişar bo ser planên xwe li Sûrîyê bi kar bîne.

Rûsya di dema dagîkirina Kirîmîyayê de, hebûna akincîyên Rûs û zimanê hevbeş weke hincetek ji xwe re bi kar anî. Li gor raporteke Asia Times, %27 ji rûniştvanên Latîvîya û nîvê niştecihên bajarê Rîga ya paytexta wî welatî û herwiha piranîya niştecihên Dawgavpîls ku duyemîn bajarê mezin ê Latîvîyayê ye Rûs in. Li Stonîyayê jî zêdetir ji %38ê niştecihê Talîn a paytexta wî welatî Rûs ziman in.

Niha hêzên NATO ji bo parastina enîya rojhilat bi qasî ku pêwîst bibe, bihêz û yekgirtî nînin. Heta niha jî ne xuya ye ku hemû welatên endamê NATOyê di egera êrîşa Rûsyayî de dê berevanîyê li vê enîyê bikin an na. Plana sûra berevanîyê ya rojhilat a NATOyê pêwîstî bi rizamendîya her 29 nedamên wê rêxistinê heye, lê belê weke xuya, Tirkîye li pey rêkeftineke sîyasî ya bi NATOyê re ye, daku li ser plana Baltîkê razî be.

Çavkanîyekî dîplomatîk ê Tirk ji wê ajansa Brîtanî re ragihandîye: “Em dê ji wan re bêjin, eger ya me (plana Tirkîyê) neyê qebûlkirin, em jî rê nadin plana we (bihêzkirina sûra berevanîya Baltîk û Polenda) were erêkirin.”

Pirsgirêka vê carê ya Tirkîyê û NATOyê di demekê de ye ku Tirkîyê ji Tîrmeha îsal ve bi awayê qonax bi qonax dest bi wergirtina sîstema berevanîyê S-400 a Rûsî kirîye ku bûye sedema nerazîbûna mezin a Amerîka û Ewropayê. Rûsya hêvî dike, sala bihê rêkeftineke din a S-400 li gel Tirkîyê îmze bike.

Bi nerîna amerîkîyan, kirîna sîstema S-400 a Rûsî mezintirîn pirsgirêka niha ya di navbera Waşington û Enqerê de ye û çareserkirina wê pirsgirêkê jî dê derî li ber çareserîya gelek pirsgirêkên din veke, lê belê Tirkîye heta niha jî rijd e li ser bikaranîna vê sîstemê ku li gel sîstema berevanîya NATOyê nagunc e. Serkirdeyên NATOyê ji wê yekê ditirsin, ku ew sîstem ji bo dizîna zanyarîyan ji sîstem û teknolojîya berevanîyê ya NATOyê bê bikaranîn.

Di meha Cotmeha îsal de û piştî êrîşa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, welatên Yekîtîya Ewropayê ku hejmarek ji wan endamên NATOyê ne jî, hinardeya çek û kelûpelên leşkerî bo Tirkîyê dan rawestandin.

Biryar e di kevana civîna lûtkeya NATOyê de ku vê heftîyê li Londonê tê sazkirin, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan li gel Şêwirmenda Almanya Angela Merkel, Serokwezîrê Brîtanya Borîs Johnson û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bicive û bi wan re behsa operasyona artêşa welatê xwe li bakurê Sûrîyê û êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê bike.

Tirkîye berîya destpêkirina êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê jî daxwaz ji NATOyê kiribû, di daxuyanîyên xwe yên fermî de YPGê weke rêxistineke terorîstî bide naskirin, lê belê li gel nêzîkbûna dema civîna lûtkeya NATOyê, pêdagirîya Tirkîyê li ser wê daxwaza xwe zêdetir bûye.

Berpirsên NATOyê hêj jî hêvîdar in ku Enqere razîbûna xwe li ser plana Baltîkê nîşan bide, ji ber ku Tirkîyê jî pêwîstî bi wê yekê heye, ku plana berevanîya NATOyê li Tirkîyê jî bê nûkirin.

Çavkanîyekî dîplomatîk gengeşeyên navbera Enqere û NATOyê bi vî awayî kurt dike: “Hemû rexneyan li Tirkîyê digirin, lê belê eger Tirk razî bin, dê li hember wê yekê daxwaz bikin, destwerdan di stratejîya wî welatî ya li Sûrî de neyê kirin.”

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin