Tirkiye: Welatîyên wê direvin, ew hesabê welatîyên biyanî dike!
Dema ku Lîrayê Tirkiyê li hember Euro û Dolar bêqîymet bûye, derketina qanûneka weha dihê wê wateya ku hikumeta AKPê bi vê rêyê dixwaze qeyarana aborî sivik bike û duwîzan zêde bike.
Hukûmeta AKPê di qanûna hevwelayîya Tirk de guherîn çêkir; li gor Rojnameya Resmî dinivsîne;
Biyanîyên ku;
Bi şertên ku sê sal nefroşin, bi nirxê milonek dolar gayrî-menkûl bikirin
Yên ku herî hindik di nirxê 2 milyon dolar de sermaye li Tirkiyê razînin
Yên ku bi şertên ku sê sal 3 milyon dolar pereyên xwe di bankeyên ku li Tirkiyeyê falîyet nîşan didin, de razînin û qeydê wan nîşan bidin
Yên ku herî hindik 100 kes îsthdam bikin; dê hevwelatîya tirkîyê werbigirin.
Di dema ku bi sedan kes ji ber zilm û sebebên aborî terka Tirkiyê dikin û di dema ku qeyrana aborî dest pê kiriye û Lîrayê Tirkiyê li hember Euro û Dolar bêqîymet bûye, derketina qanûneka weha dihê wê wateya ku hikumeta AKPê bi vê rêyê dixwaze qeyarana aborî sivik bike û duwîzan zêde bike.
Werxuyaye talibên kesên ku bibin hevwelatîyên Tirkiyê; Erebên Xelîcê û kesên xîlebaz yên wek Reza Zerrab bin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin