Tirkiye yekemîn welatê nûçeyên derew e

Tirkiye yekemîn welatê nûçeyên derew e

Li gor rapora Reutersê ya “Rapora 2018ê ya Nûçeyên Dijîtalê” Tirkiyê sereke walet e ku derbarê wê de hêrî zêde giliyên nûçeyên sexte û derew hate tomarkirin. Ev yek jî dide xuyandin ku raya giştî tê xapandin.

A+A-

Hin nûçeyên derew :

 

-“Di dema çalakiyên Geziyê de xwepêşanderan êrişî jineke dûcanî kirin û mistên pê ve.

 

-Fîlozof û zimannasê Amerîkî Dr. Prof. Noam Chomsky di gotareke xwe de pesnê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da.

 

-Li ser çemê Myanmar nîşandina dîmenên termên misilmanên Arkanê.

 

-Dîmenên bombekirina hêzên Kurdî li Sûriyê ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve.”

 

Li gor BBCê xala hevbeş a van nûçeyên ku bo heyameke dirêj di rojevê de mane û nîqaş li ser hatine kirin ew e ku tevahiya wan derew in.

 

Rojnamevanê BBCê Mark Lowen diyar kir ku li gor rapora Reutersê ya “Rapora 2018ê ya Nûçeyên Dijîtalê” herî zêde di derbarê Tirkiyê de ji ber nûçeyên derew gilî hatine tomarkirin.

 

Li gorî rapora navborî nêzîkî nîve (ji sedî 49) beşdariyan dibêjin ku berî rapirsiyê di heftaya pêştir de rastî “nûçeyên sexte” hatine.

 

Her li gor heman raporê li Tirkiyê ji sedî 90 dezgehên medyayî yên wî welatî alîgirê hikûmetê ne û medyaya dijbere jî bi îdia “propagandaya terore” dikin têne tohmebarkirin û ji ber sedemên aborî piraniya wan tenê girtin.

 

Herî dawî derbarê kuştina rojnamegerê bi eslê xwe ji Erebistana Siudiyê Cemal Xaşiqcî de desthilatdariya Tirkiyê gelek caran zanyarî û îdiayên derew servîsê medyayê dikir. Bi vê yekê jî medya cîhanî xapand.

 

Li gor rapora Reutersê ji sedî 38  nûçeyên medyaya Tirkiyêcihê baweriyê ne.

 

Teyit.org: Di heyama 2 salan de me zêdeyî 500 nûçeyên derew tomar kirin

 

Malpera yekem a serbixwe ya piştrastkirina nûçeyan Teyit.org di heyama van du salên dawiyê de piraniya wan siyasî 527 nûçeyên derew tomar kirine. Hinek ji wan nûçeyan bûne sedemên bûyerên cidî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin