Tirkiyeyê stasyona avê ya Eyn Îsayê topbaran kir: 12 gund bê av man

Tirkiyeyê stasyona avê ya Eyn Îsayê topbaran kir: 12 gund bê av man

.

A+A-

 Di topbarana artêşa Tirkiyeyê de stasyona a bajarokê El Hêşayê yê Eyn Îsayê ji kar ket.

Artêşa Tirkiyeyê doh bajarokê El Hêşayê yê Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kir.

Hevserokê Rêvebiriya Avê ya Reqayê Mesûd Bûzî ji North Pressê re ragihand, trafoya ku elektrîka pompeya avê dabîn dike topbaran kiriye.

Herwiha Mesûd Bûzî da zanîn ku ji ber topbarana Tirkiyeyî ziyanên madî li nav stasyona avê çêbûne.

Li aliyê din Mesûd Bûzî da zanîn ku ji ber têkçûna trafoya elektrîkê, stasyona avê karê ji kar ketiye û xelkê El-Hêşayê û 12 gundên din ji ava vexwarinê bê par maye.

Giringiya Eyn Îsayê

Eyn Îsa bajarekî biçûk e lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e.

Eger ew bajar bikeve destê Tirkiye û çekdaran, ew tê wê wateyê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobaniyê de qût dibe.

Bajarê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye, 66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkiyeyê û grûpên çekdar de ye.

Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navneteweyî ya M-4 Rodkoyê ye.

Rêya M-4 Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin