Tobias Lindner: Divê PKK fêm bike ku niha rewşa li Sûriyeyê cuda ye
.
Wezîrê Dewletê yê Almanyayê yê Kar û Barên Derve û Koordînatorê Taybet ê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Dr. Tobias Lindner diyar kir ku ew li ser çareseriya siyasî ya Tirkiyeyê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê geşbîn e û got:
"Li gorî axaftinên min ên bi hevpîşeyê min ê Tirk re, ew dixwazin vê pêvajoyê bi baldarî bi rê ve bibin.
Ez wisa dinirxînim. Rola wan ji ya Almanyayê cuda ye û bêguman ew cîranê Sûriyeyê ne û êrişên PKKyê bandorê li wan dike û ew di heman demê de naxwazin xwe îzole bikin.
Wan fêhm kiriye ku vebijarkên siyasî hene û em jî piştgiriyê didin vê vebijarka siyasî."
Tobias Lindner tekezî li ser piştgiriya wan a ji bo pêvajoyeke siyasî kir, got:
"Divê PKK çekan deyne û fêhm bike ku rewş li Sûriyeyê niha cuda ye.
Divê fêhm bike ku serdema ku Sûriye wekî bingeheke êrişkirina ser Tirkiyeyê bi kar tîne bi temamî bi dawî bûye."
Rayedarê Almanî li ser hevdîtina Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê HSDyê Rûdaw Ebdî jî wiha got:
"Divê em cudahiyeke zelal di navbera Kurd û PKKyê danîn ku Almanya jî wekî rêxistineke terorê nas dike.
Kurd û PKK ne yek in û dîtina vê cudahiyê gelekî girîng e, ji ber vê yekê jî ewlehî ji bo her kesî mijareke pêwîst e.
Tirkiyeyê jî pêwîstî bi pêvajoyeke siyasî heye. Em hemû aliyan teşwîq dikin.
Em han didin hemû aliyan, yanî desthilatdarên li Şamê herwiha HSD, tu bi xwe îşaret bi Rûdaw Ebdî kir, da ku di hemû aliyên wê pêvajoya siyasî de beşdar bin.”
Wezîrê Dewletê yê Almanyayê yê Kar û Barên Derve û Koordînatorê Taybet ê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Dr. Tobias Lindner pirsên pêşkeşkarê Niwêner Fatih bersivandin:
Rûdaw: Birêz Lindner, bi xêr hatî Kurdistanê.
Tobias Lindner: Spas.
Rûdaw: Duh we bi Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir, li gorî daxuyaniya Serokatiyê, yek ji mijaran pêkanîna hikûmetê bû. Gelo derengketina pêkanîna hikûmetê, bi berçavgirtina rewşa niha ya navçeyê, ji bo we cihê nigeraniyê ye?
Tobias Lindner: Hûn dizanin ji bo me her tim girîng e ku di her herêmeke cîhanê û her welatekî de bizanin em dê bi kê re biaxivin. Me dît ku hilbijartinên Herêma Kurdistana Îraqê hatin kirin û rêjeya beşdariyê ji sedî 70 zêdetir bû, ev çîroka serkeftineke mezin e. Niha ji bo me girîng e ku em bizanin em dê bi kê re biaxivin û hikûmeta siberojê dê kî be.
Ez dibêjim ku em ne bêsebr in lê em çavdêriya gotûbêjan dikin û ev cihê baldariya me ye. Em baş dizanin ku danûstandinên hevpeymaniyê dibe ku hinekî dem bigire lê divê ber bi encamekê ve here, êdî li her devereke cîhanê be.
Rûdaw: We herwiha bi Birêz Serok Mesûd Barzanî re hevdîtin kir, we bi hev re rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Çend roj berê jî Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî li vir bû û bi Birêz Barzanî re civiya û niha gotûbêj hene. Herwiha Rêveberê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li Wezareta Derve ya Almanyayê di dawiya meha 12an de bi Mezlûm Ebdî re axivî, eşkere bû ku nigeraniyeke cidî derbarê rewşa wir heye. Piştî hevdîtina we bi Birêz Barzanî re, gelo hûn niha derbarê rewşê de geşbîn in?
Tobias Lindner: Hikûmeta Almanyayê di wê baweriyê de ye ku rêyeke siyasî heye ji bo pêşvebirina aştiyê û geşepêdaneke zêdetir ji bo hemû Sûriyeyiyan, her wiha ji bo Kurdên Sûriyeyê. Ji bo me gelekî zelal e ku divê em cudahiyê bêxin navbera PKKyê ku Almanyayê jî wek rêxistineke terorîst tê dîtin û Kurdan de.
Kurd û PKK ne wekhev in û ev yek pir girîng e, lewma asayîş ji bo hemiyan pêwîst e, herwiha ji bo Tirkiyeyê jî, wê jî pêwîstî bi pêvajoyeke siyasî heye, em hemû aliyan han didin, yanî desthilatdarên li Şamê û HSD jî.
Te bi xwe amaje bi Mezlûm Ebdî kir da ku di hemû aliyên wê pêvajoya siyasî de beşdar bin. Em di wê baweriyê de ne ku di gava pêş de divê hemû mîlîsên li Sûriyeyê, ne tenê mîlîsên Kurdî lê hemû mîlîs tevlî hêzên çekdar ên Sûriyeyê, yan hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê, yan her navek ku lê dikin, bibin.
Rûdaw: Gelo hûn bawer dikin ku hewlên Birêz Serok Barzanî dikarin bi awayekî Tirkiyeyê qayil bike ku operasyonên xwe rawestîne, yan herî kêm dest bi gotûbêjên siyasî bike bi serokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re?
Tobias Lindner: Em spasdar in ji bo ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pêwendiyê bi Enqereyê re datîne, wekî ku em bi berdewamî dikin. Ez bawer dikim hûn agahdar in ku ez beriya Krîsmasê bi Wezîrê Karên Derve re çûm Enqereyê. Girîng e ku em heman peyamê bigihînin hemû aktoran, ji bo yên li Şamê ne û ji bo General Mezlûm û herwiha ji bo dostên me yên Tirk.
Ez fêm dikim ku nabe tu gef ji Sûriyeyê li ser Tirkiyeyê hebe, her wiha divê yekparçeyiya axa Sûriyeyê bê parastin, her wiha divê ewlehiya şêniyên Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê garantîkirin. Wek ku min got, em bawer dikin rêyeke siyasî heye ji bo gihîştina wê yekê, ne rêyeke serbazî.
Rûdaw: Gelo hûn bawer dikin ku ew rêya siyasî niha pêkan e?
Tobias Lindner: Pêkan e, eger xwestek ji hemû aliyan hebe.
Rûdaw: Lê gelo hûn niha wê xwestekê dibînin?
Tobias Lindner: Ez wê xwestekê dibînim lê tiştê ku min di gotûbêjên xwe yên bi hevtayê xwe yê Tirk re bihîstin, ew hest e ku dixwazin bi baldarî tevbigerin, ez wisa bi nav dikim.
Rola wan cuda ye ji ya Almanyayê û bêguman ew welatekî cîranê Sûriyeyê ne û zêdetir bandordara PKKyê wan dibe. Di heman demê de naxwazin xwe îzole bikin.
Wan fêm kiriye ku vebijarka wan a siyasî heye û em piştgiriya wê vebijarka siyasî dikin. Em dizanin wê hewcedarî bi aktorên din jî heye li ser erdê, lewma me got divê PKK çekên xwe deyne û divê fêm bike ku niha rewşa li Sûriyeyê rewşeke cuda ye û ew serdema ku dikarî Sûriyeyê wek binkeyekê bi kar bîne bo êrîşkirina ser Tirkiyeyê, ew serdem bi dilniyayî derbas bû.
Rûdaw: Tê wê wateyê ku dema wê yekê e ku siberoja PKKê Sûriyeyê nîne?
Tobias Lindner: Eger hûn nêrîna min a kesî dipirsin, ez dibêjim siberoja wan nîne û divê çekên xwe deynin. Ew ne parêzvanên Kurdên Sûriyeyê ne da ku beşek bin.
Rûdaw: Li Kobaniyê rewş aloz e û bi taybetî li nêzîkî Bendava Tişrînê, daxuyaniyeke ji HSDyê hebû ku daxwaza hêzeke navdewletî ya aştiyê dikir da ku li bendavê were bicihkirin ku niha di bin gefê de ye. Gelo hûn bawer dikin tiştekî wiha were kirin?
Tobias Lindner: Hêza aştiyê ya navdewletî mijara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ye. Em bi nigeraniyeke zêde temaşeyî agahiyan dikin derbarê tişta ku gelo li bendavê çi diqewime.
Ez bawer dikim girîng e ku hemû alî aramgirtinê esas bigirin. Bendav ji bo navçeyê pir girîng e lewma em hemû, ne tenê hikûmeta Almanyayê lê dostên me yên Amerîkî jî bi heman peyamê pêwendiyê bi hemû aliyan re datînin, ew jî ew e ku aramragirtinê nîşan bidin û şer rawestînin û ji bo wê li çareseriyeke siyasî bigerin.
Rûdaw: Eger pirsgirêka niha ya Sûriyeyê bê çareserî bimîne, hûn di wê baweriyê de ne ku alozî zêdetir bibin û egera şerê navxweyî heye?
Tobias Lindner: Hûn dizanin divê em her tiştî bikin da ku rewşa li Sûriyeyê were çareserkirin. Ew dema ku Esed welat bi cih hişt, demeke xweş bû ji bo piraniya Sûriyeyiyan. Niha jî bêguman garantiya me nîne ku her tişt dê baştir bibe lê vebijarka me heye û derfeta me heye ku Sûriye karibe siberojeke baştir hebe.
Welatê min di rabirdûyê de ji aliyê siyasî ve gelek hilberîn li Sûriyeyê kir, me mafê penaberiyê daye zêdetirî milyonek Sûriyeyî, em mezintirîn bexşer in dema tê ser alîkariya mirovî ji bo Sûriyeyiyan, ne tenê li Sûriyeyê lê li welatên cîran jî. Lewma me hewl da her tiştî bikin da ku Sûryeyî karibin di siberojê de li welatekî bijîn ku rêz li mafên mirovan bên girtin û rêz li mafên jinan bên girtin û tê de veguhestineke siyasî hebe ku hemiyan li xwe bigire, da ku hemû Sûriyan li xwe bigire, êdî eger Kurd bin, Elewî bin, Dirûz bin, Xiristiyan bin an Misilman, ez bawer dikim ew xala herî girîng e ku em li ser bixebitin, niha derfeta me heye ku em wê yekê bikin.
Rûdaw: Derbarê wan xalên ku we li ser Sûriyeyê amaje pê kirin, gelo hûn geşbîn in bi wan amajeyên ku ji Şamê digihêjin we?
Tobias Lindner: Min destpêka vê mehê tevî Wezîrê Karên Derve yê me û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Şam ziyaret kir, em zêdetirî du demjimêran bi Ehmed Şerî re axifîn.
Tiştê ku wî got cihê spasdariyê ye û tiştên rast in lê eşkere ye ku em tenê li gotinên HTŞyê û desthilatdarên Şamê temaşe nakin, em li kiryarên wan jî dinêrin.
Em hewl didin beşdar bibin, hewl didin di gava yekem de hin ji cezayan rakin û hewl didin beşdar bibin di başbûneke zû û jinûve avakirinê lê ji bo vê yekê divê hin mercên pêşwext li ser erdê werin bicihkirin.
Em hewl nadin hilberînê li welatekî bikin ku bibe welatekî Îslamîst an tiştekî wisa, em Sûriyekê dixwazin û siberojekê ji bo xelkê Sûriyeyê ku tê de rêz ji mafên mirovan re hebe ku tê de hemû civak bi hemû netew û olên xwe ve, jin û keç û mêr, hemû tê de bin û beşdar bin.
Rûdaw: Tê wê wateyê ku merc hene ji aliyê Almanyayê ve ji bo wê piştgiriya ku we amaje pê kir ji bo Sûriyeyê?
Tobias Lindner: Piştgirî ti car nabe bê merc be. Em hewl didin û vekirî ne û dostê gelê Sûriyeyê ne, em dixwazin alîkariya wan bikin da ku bikaribin siberojeke baştir hebe.
Lê em tenê hewla hilberînê li welatekî didîn ku beşek be ji civaka navdewletî û rêzê li peymanên Neteweyên Yekbûyî bigire ku tê de giştgirî û li xwegirtina hemiyan di tevahiya piroseya siyasî de hebe.
Rûdaw: Ev merc derbarê van xalên derbarê mafên mirovan ne, yan mercên siyasî jî hene? Mebesta min ew e ku wekî nimûne Sûriye dewleteke navendî bû, niha jî Kurd curek ji xwebirêvebirinê dixwazin, ne federaliya temam lê hinek mafan dixwazin? Pêkhate li Sûriyeyê bi giştî yek in ji nigeraniyan û nigeranî heye derbarê siberoja wan, we ev yek bi Ehmed Şerî re gotubêj kir?
Tobias Lindner: Ev ne karê min e û ne karê me ye ku em şêwirê derbarê hûrgiliyeke wisa de bidin ku em ji Sûriyeyan re bibêjin bila we modeleke dewletê hebe ku wekî Fransayê be ku navendî ye, an wekî Almanyayê ku modeleke federal e, ev ne karê me ye.
Lê te amaje bi Kurdan kir û civakên din jî li Sûriyeyê hene, ev jî pir zelal e ku rêzgirtina mafên mirovan tê wateya ku tu bikarî bi zimanê xwe biaxivî û çanda xwe bimeşînî û ola xwe hebî, ev jî divê beşek be ji Sûriyeya paşerojê.
Rûdaw: Hûn nigeran in ku yasaya Şerîetê bibe destûra paşerojê ya Sûriyeyê?
Tobias Lindner: "Tobias çend çirkeyan bêdeng dimîne û difikire çi bibêje"
Rûdaw: Ev dike ku hûn nigeran bin!
Tobias Lindner: Belê, bê guman gelek nigeraniyên me hene, me hin tişt bihîstin ku ew jî me nigeran dikin, wekî nimûne derbarê programa xwendina li dibistanan. Ez nikarim bi hûrgilî van agahiyan piştrast bikim ku gihîştine me lê hûn dizanin divê destûr were nivîsandin ne ku ji Şerîet were kopîkirin an her pirtûkeke olî ya din, divê ji aliyê xelkê ve biryar li ser were dayîn û divê mafên mirovan biparêze û garantî bike.
Rûdaw: Di serdana xwe ya Şamê de we hest bi wê yekê kir?
Tobias Lindner: Ji bo min yek serdan bû, wekî ku min got tiştê ku me bihîst baş xuya dike lê tiştê ku niha girîng e gavên paşerojê ne. Wekî Almanya, welatê min çar sal pêwîst bûn heta ku bigihêje destûrekê, ez ew kes nînim ku dîbatê bikim li ser hûrgiliya du sal an sê sal ji bo gihîştina destûrê.
Lê tiştê ku bi rastî girîng e gavên pêşerojê ne di hefta û mehên pêş de, gelo ev encûmena niştimanî kengî cara yekem kom dibe, pêkhateya wê çi ye û çend jin dê tê de hebin, gelo hemû civakan û hemû neteweyan li xwe digire? Armanca wê encûmenê çi ye û desthilatên wan çi ne? Ev pirsên pir girîng û bi lez in niha.
Rûdaw: Lê heta niha kiryar nînin herî kêm ji bo aramkirina wê?
Tobias Lindner: Wekî ku hûn dizanin meclîs hîn kom nebûye, me bihîst derbarê komîteya amadekariyê ji bo wê, em ji nêzîk ve dişûpînin û wekî ku min got pêşmerc hene ku divê werin bicihkirin da ku em beşdar bibin.
Rûdaw: Ev pêşmerc mercên Almanyayê ne an mercên Ewropayê ne?
Tobias Lindner: Ez hêvî dikim ev mercên navneteweyî bin, ji ber ku ez wekî kesek naaxivim ku bixwazim modela jiyana rojavayî ji bo navçeyekê kopî bikim, ev ne destpêşxeriya min e. Rêzgirtina ji peymana Neteweyên Yekbûyî ku mafên bingehîn ên mirovan in tiştekî gerdûnî ye divê li ser asta cîhanê dilniyayî derbarê wê were dayîn.
Rûdaw: Her wiha nigeranî heye derbarê valahiyê li Sûriyeyê ku dibe ku ji aliyê DAIŞê ve were bikaranîn, hûn çawa çavdêriya vê yekê dikin û nirxandina we ya niha ji bo wê çi ye?
Tobias Lindner: Hûn dizanin em hewl didin heta ku ji me were em agahiyan bi dest bixin, em bi welatên cîran re diaxivin û ev jî yek ji sedeman e ku îro li Hewlêr im.
Me bi başî eşkere kiriye ku nabe valahiya ewlehiyê hebe, bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. DAIŞ pirsirêkeke ewlehiyê ye ji bo me hemûyan, ji bo Kurdan li vir li Herêma Kurdistanê û her wiha ji bo me jî li Almanyayê. Me li Almanyayê jî êrîş dîtin, lewma em hewl didin her tiştî bikin ku ew valahiya ewlehiyê çênebe.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin