Tommy Bruce: Herêma Kurdistanê hevpeymanekî girîng ê Amerîkayê ye

Tommy Bruce: Herêma Kurdistanê hevpeymanekî girîng ê Amerîkayê ye

.

A+A-

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tommy Bruce diyar kir ku konsulxaneya herî mezin a Amerîkayê ya ku tê plankirin li Hewlêrê were vekirin, pabendbûna Washingtonê ya bi Herêma Kurdistanê re nîşan dide.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir ku divê di zûtirîn dem de hikûmeta nû li Herêma Kurdistanê were avakirin û destnîşan kir ku demokrasîyeke bihêz û berfireh li herêmê ji bo îstîqrara Iraqê gelekî girîng e.

Tommy Bruceyê di konferansa rojnamegeriyê de bersiv da nûnerê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurda.

Bruceyê bal kişand ser wê yekê ku tevî ku pênc meh di ser hilbijartinan re derbas bûne jî hêj hikûmeta nû li Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin û bang li hemû aliyan kir ku pêvajoyê bilezînin û got, "Demokrasiyeke bihêz û berfireh li Herêma Kurdistanê ji bo îstîqrar û ewlehiya Îraqê gelekî girîng e."

Konsulxaneya herî mezin a Amerîkayê li Hewlêrê tê vekirin

Berdevka Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku dê konsulxaneya herî mezin a Amerîkayê li Hewlêrê were vekirin û got, "Ev gav nîşaneya pabendbûna Amerîkayê ya bi Herêma Kurdistanê re û biryardariya xurtkirina hevkariya dîplomatîk a di navbera Washington û Hewlêrê de ye."

Tê plankirin ku konsulxane di mehên pêş de an jî di nava vê salê de were vekirin.

Tommy Bruceyê diyar kir ku ev mîsyon dê hevkariya bi Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê re xurt bike û got, "Di têkoşîna li dijî terorê û misogerkirina aştiyeke demdirêj de dê roleke krîtîk bilîze."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin