Trump dema cezayên li dijî Sûrîyê dirêj kir
Serokê Amerîkayê sizayên yekalî yên welatê xwe yên li dijî Sûrîyê bo dema saleke din dirêj kir.
Navenda Nûçeyan - Donald Trump ragihand, wî biryar daye sizayên aborî yên Amerîkayê yên li dijî Sûrîyê bo dema saleke din jî dirêj bike.
Trump daxwaz ji hikûmeta Sûrîyê jî kir, ku dawî li şerê li wî welatî bihîne. Serokê Amerîkayê herwiha piştevanîyên Rûsya û Îranê yên bo hikûmeta Şamê şermezar kir.
Piştî çêbûna alozî û şerê navxweyî li Sûrîyê di sala 2011an de, serokê wê demê yê Amerîkayê Barak Obama hin sizayên aborî bi ser Sûrîyê de sepand, ku ew siza heta niha jî berdewam in.
Pêştir di sala 2004 de jî Amerîkayê li gor biryara hejmar 13338 a serokatîyê, hin siza bi ser Sûrîyê de sepandibû.
Di sala 1979an de jî Waşingtonê bi biryarekê hin siza bi ser hikûmeta Sûrîyê de sepandibû û Sûrîye wek welatekî piştevanê terorê dabû naskirin.
Xwepêşandan û alozîyên li welatên Erebî ku paşê wek Bihara Erebî hat naskirin, û ji bihara 2011an ve li Tunisê dest pê kir, paşê Sûrîye jî li xwe girt. Di destpêkê de opozisyona Sûrîyê piranîya navçeyên welat kontrol kir, lê belê paşê rejîma Sûrîyê bi piştevanîya Rûsya û milîsên ser bi Îranê ve piranîya navçeyan ji dest opozisyonê derxist.
Li Sûrîyê heta niha şer û alozî berdewam e û ji bilî şerê navxweyî, welatên bîyanî jî tevlî alozîyên li wî welatî bûne, ku yek ji wan Tirkîye ye û çend navçeyên bakur û bakurê rojavayê Sûrîyê û herwiha çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê dagîr kirîye.
Li gor amarên rêxistinên mafên mirovan, di encama şer û alozîyên li Sûrîyê de herî kêm 500,000 kes hatine kuştin û zêdetirî nîvê nifûsa wî welatî jî aware û koçber bûne
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin