Trump hişyarî da Sûdanî

Trump hişyarî da Sûdanî

.

A+A-

Serokê Parlamentoyê Mehmûd Meşhedanî ragihand ku Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîî Sûdanî re gotiye, divê çek di destê dewletê de bin, ne komên çekdar.

Di peyama Trump de hat gotin ku ew ê bixebitin ku hemû çek di destê dewletê de bin, ne hêzên din ên milîs.

Meşedanî negot Trump kengê û çawa ew peyam ji serokwezîrê Iraqê re şandiye.

Lê çavdêr di wê baweriyê de ne ku Iraq di bin rêveberiya Trump de rê nade ku milîsên çekdar bixebitin û û di wê baweriyê de ye ku ew ê destûr neyê dayîn ku desthilatdariya xwe li welêt bidomînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin