Trump tehdîd kir: Emê li 52 hedefên Îranê bidin!

Trump tehdîd kir: Emê li 52 hedefên Îranê bidin!

Artêşa Îranê: Amerîka newêre tiştekî wisa bike

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, eger Îran êrişî hêzên wan bike dê li 52 hedefên Îranê bidin. Artêşa Îranê jî bersiva Trump da.

Tehdîd û gef xwarinên Amerîka û Îranê, piştî kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Mihendis ji alîyê Amerîka ve, li hember hev didomin.

Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, eger Îran êrişî hêzên Amerîkî bike wan jî 52 hedefên Îranê destnîşan kirine û dê bi çekên herî pêşkeftî wêran bikin.

Fermandeyê giştî yê artêşa Îranê, seyîd Ebdulrehîm Mûsevî di civîneka rojnamevanî de ragihand, Amerîka newêre tiştekî wisa bike. Lê eger şerek çêbibe jî wê çaxê dê dîyar bibe ka ew 52 dê yê kî be.  

Basnews

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin