
Trump telefon, komputer û çîpan ji nav lîsta baca gumrikê derxist
.
A+A-
Baca gumrikê ya ku ji aliyê serokê DYAyê Donald Trump de hatibû danîn, tê de guherîn hat kirin û ji nava lîsta bacê, telefon, komputer, flaş bellek û çip hatin derxistin.
Dezgeya gumrikê û parastina sînoran ya DYAyê biryarê ragihand û got ku alavên navborî ne di nava lîsta baca gumrikê de ne.
Biryar, bo şîrketên teknolojiyê yên weka Apple û Samsungê girînge. Hem şîrketên wekî Taiwan Semiconductor Manufacturing Co. (TSMC) û yên din ku çîpan hiliberînin û veberhênanên xwe dê li DYAyê bikin gelek girînge.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin