Trump û Senatorên Komarî ji bo toleyên Tirkîyê Kom Bûn
Serokê Amerîka Donald Trump li Qesira Sipî bi senatorên Komarî re ser toleyên gumankirî yên dijî Tirkîyê axifî.
A+A-
Serokê Amerîka Donald Trump li Qesira Sipî bi senatorên Komarî re ser toleyên gumankirî yên dijî Tirkîyê axifî.
Hevdîtina Trump û senatoran ji medyayê re girtî bû.
Qesira Sipî da zanîn ku 45 Senatorên Komarî beşdarî civînê bûn.
Rêvebirîya Trump jiber ku Tirkîyê ji Rûsya S-400 kirîne hefteya borî dabû zanîn ku Tirkîye dê ji bernameya F-35 were derxistin.
Du Senatorên Komarî Rick Scott û Todd Young hefteya borî danûstandina Tirkîyê ya S-400 şermezar kiribûn û bi bernivîsekê bang li rêvebirîya Trump kiribûn ku dijî Tirkîyê toleyan ragihîne.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin