Tulsi Gabbard: Ew kesê li Sûriyeyê desthilat e Îslamîstekî tundrew e
.
Namzeda Koordînatora Îstixbarata Neteweyî ya Amerîkayê (DNI) Tulsi Gabbardê diyar kir ku ew kesê niha li Sûriyeyê desthilat e Îslamîstekî tundrew e.
Li gorî gotina Tulsi Gabbardê di êrişa 11ê Îlonê de wan komên tundrew ji kêfxweşiyê govend girtine.
Doh namzeda Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo postê Koordînatoriya DNIyê ji aliyê Komîteya Îstixbaratî ya Senatoyê ve hat vexwendin da ku bersiva pirsan bide û deng li ser namzediya wê bide.
Civîna ku Tulsi Gabbard hatibû vexwendin 3 saet û nîvan berdewam kir.
Gabbarda 43 salî û senatora berê ya ji lîsteya Demokratan Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama bi piştgirîkirina komên tundrew ên mîna El Qaîdeyê rexne kir.
Li gorî gotina Gabbardê siyaseta xelet a serokên Amerîkayê bi taybetî ya Barack Obama ya li Rojhilata Navîn bûye sedem ku komên Îslamîst ên tundrew bi hêz bibin.
Tulsi Gabbardê got:
"Ez matmayî mam û wekî ku me xiyanet li xwe û qurbaniyên 11ê Îlonê kiriye.
Dema di bernameyeka CIAyê de min zanî ku îdareya Barack Obama ji bo guhertina rejîma Beşar Esed bi komên El Qaîdeyê re kar kiriye ez mat mam."
Tulsi Gabbarda ku niha yek ji kadroyên îdareya Donald Trump e got:
"Bernameya perwerde û çekdarkirina Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ya di serdema Serok Obama de gelekî tê naskirin û hat çavdêrîkirin û lêkolîn li ser hat kirin.
Ew bername ji bo perwerdeya ‘komên ne tundrew’ bû lê belê rastî ew ku ku ew çekdar nêzîkî komên El Qaîdeyê yên Sûriyeyê bûn.”
Li gorî gotina Tulsi Gabbardê serdema guhertinên rejiman li Rojhilata Navîn di dema serokatiya Barack Obama de dest pê kir.
Siyasetmedara Amerîkî da zanîn ku wê serdemê îdareya Amerîkayê rastî paşgûhkirinê hatiye lê niha ew rastî bûne pratîkên meydanî.
“Dagirkirina Îraqê xelet bû”
Tulsi Gabbardê behsa guherîna rejîma Sûriyeyê jî kir û wiha domand:
"Wekî rûxandina rejima Îraqê rûxandina Qedafî li Lîbyayê, ketina Mubarek li Misirê, şerê guhertina rejîmê li Sûriyeyê.
Encam dê bi îhtimaleke mezin serhildaneke Îslamî ya tundrewên mîna El Qaîdeyê be.
Ez ji bo rûxîna rêjima Esed negiriyam lê îro li Sûriyeyê Îslamîstekî tundrew li ser desthilatê ye.
Ew kesekî ku di dema êrişên 11ê Îlonê de li kolanan govend digirt.
Îslama tundrew li Idlibê bi rê ve dibe û niha dest bi zext û kuştinê, girtina nûnerên pêkhateyên olî û Xiristiyanên Sûriyeyê kir.”
Gabbard di wê baweriyê de ye ku pêşkêşkirina îstixbaratên sexte bi taybetî di şerê Îraqê de ku dawî li rejîma Sedam Husên anî ji bo birêvebiriyên berê zerer daye Amerîkayê.
“Amerîka di warê îstixbaratî de têk çûye”
Siyasetmedara Amerîkî da zanîn ku di warê îstixbaratî de Amerîka têk çûye û wiha got:
"Ev demeke dirêj e, îstixbaratên armanckirî û agahiyên xelet ewlehiya me ya neteweyî têk birine.
Têkçûna me ya herî eşkere ya îstixbaratê li ser bingeha agahiyên çêkirî, dagirkirina Îraqê bû.
Vê biryara trajîk li Rojhilata Navîn bi deh hezaran kuştin û koçberiya girseyî, bêîstîqrarî bi xwe re anî.
Bû sedema têkçûna ewlehiya hevparên me yê Ewropî, derketina DAIŞê û bihêzbûna El Qaîde û komên din ên cîhadî yên Îslamî û her wiha bihêzbûna Îranê.”
Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) tevî rêxistinên hevpeymanên xwe 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û rejîma Beşar Esed rûxiya.
Piştî rûxîna rejima Beşar Esed, Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê bû Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê.
Doh Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî yên Sûriyeyê civiya û piştî civînê biryar da ku Ehmed Şer ji bo qonaxa veguhêz bibe Serokkomarê Sûriyeyê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin