Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Tundbûn di kîjan waran de

A+A-

Hin nas û dost dibêjin; Bûbê Eser di warê bi karanîna zimanê tirkî de gelekî hişk ango tund e. Ez jî dibêjim; Na.

Ma gelo we bihîstiye ku erebekê ji erebekî re dibêje, zimanê xwe fêr bibe.

Ma gelo we bihîstiye tirkek ji tirkekî re dibêje zimanê xwe fêr bibe.

Ma gelo we bihistiye miletek ji xelkê xwe re bêje zimanê xwe fêr bibe.NA.

Çima em ji hev re dibêjin? Ji ber ku em têkçûne ya jî li ber têkçûnê ne. Tu kîjan zimanî bi kar bîne, dîtin, nerîn, hizr û baweriya te jî li gor wî zimanî xwe dihûne.

Dema te kîjan ziman bi kar anî, tu yê ji xwediyê wî  zimanî hez bike. Tê hêjayî yê wî zimanî weke yên xwe bizanibe û bi parêze.

Dema te bi kîjan zimanê berhem afiran ango nivîsand, ew berhemên te dibin malê wî zimanê.

Dema te bi kîjan zimanê kar û barê xwe meşandin. Te zarokên xwe bi kîjan zimanê mezin kirin ew jî dibin xwediyê wî zimanî.

Dema te kîjan ziman bi kar anî tu wî zimanê xurt û dewlemend dike û zimanê xwe jî dide kuştinê. Yanî tu dibe qatîlê zimanê xwe.

De carekê bifikirin ku miletek dibe qatil ango kujerê xwe û miletê xwe, lê hê jî gelekên me hay ji vê û xwe tuneye ku bi vê yekê ew xwe tune dike.

Çi dema mirov doza fêrbûna ziman  li hinan dike vê carê jî aciz dibe. Aciziya xwe jî bi gotinn tund diyar dike ku mirov êdî behsa vê neke.

Divê em carekê li miletê li ser vê axa cihanê jiyanên binêrin. Binêrin û bibînin ku bê çendîn welat, xelk û milet ji ber têkçûna zimanê xwe, ew bi xwe jî nemane.

Van mînakena li ber çavên me tevan e. Lê hêjî hin înad dikin ku bi tirkî binvîsînin û biaxifin. Bi berhemên xwe yên tirkî jî pesnê xwe didin û serê xwe bi paçan mezin dikin.

Ji bilî kurdan bawer nakim tu miletekî din, dema zimanê xwe dide kuştin bi vê jî pesnê xwe dide. Lê mixabin em kurd vê jî dikin.

Tekoşîna min ya ji bona zimanê min î şêrîn a sexsî ji 1986an û virde berdewam e. Ez ê heta hebin jî ji ya xwe danekivim. Ji ber ku ez dizanim; ziman girîng e û divê em qîmet û rûmeta vê girîngiyê jî bizanibin.

Ez baş dizanim ku hebûna me girêdayî zimanê me ye. Heger ziman nema em bi xwe jî êdî namînin. Loma ez bi tundî li dij bi karanîna zimanê tirkî me.

Di vê tekoşîna xwe de û bi înad ji bona kurd zimanê xwe bi kar bînin, ez tûşî gelek tiştên nexweş ku ji teref hevalên min ji min re dihat jî hatim. Lê ji ya xwe daneketim û heta hebin jî ez ê danekevim.

Lê niha gelekî kêfxweşim ku ev kampanya min bi tena serê xwe destpêkiribû û heta îro hat, bi serket. Niha gelek rewşenbîr, nivîskar, nas û dostan jî êdî destpêkirine, dibêjin û dinivîsînin da ku kurd divê zimanê xwe bi kar bînin.

Sexsekî zimanê Yahûdiyên li ber têkçûnbê bû xilas kir û ew ziman kir zimanê fermî ya dewleta xwe. Em weke rewşenbîr û nivîskarên kurd ne yek in. Gelek û gelek in. Heger em jî dest bibin hev, heger em jî bighêjîn wê zanebûnê, divê em jî ji bona zîndîkirin û pêşvebirina zimanê şêrîn kar û xebatê bikin.

Heger em îro erkê xwe berpirsiyariya xwe bi cih neynin wê demek bê ku êdî wê nebiyên me bi îthamên giran me tawanbar bikin. Ji bona ku em nekevin vê rewşê divê em êdî dest ji tirkî nivîsandin û axaftinê berdin.

Birpirsê vî karî ê destê yekê jî partû û rêxistinên me ne. Heger ew bi erkê xwe ve ranebin û vê nexin jiyanê, wê gunehkarên herî mezin ew bin.  Dûre jî nivîskar û ya talî jî wê rewşenbîr bin.

Ji min gotin û li we jî kirin.

Önceki ve Sonraki Yazılar