Tunela Guzeldere ya Başkale (Elbak) aliyekî wê temam bû
.
Li ser rêya Wan-Başkale ‘Buhira Gozelderê’ ku 9 km ye û tê de 33 fetlanekên rê hene, daîma dibû ciyê qezayan û di zivistanê de erebe di berfê de diman. Niha tunela wê derê, aliyekî wê temam bû û rêya ku 40 deqe dajot, daket 6 deqeyan.
Wezîrê gihandinê û avahiyên bingehîn yê Tirkiyê Abdulkadir Uraloğlu, di merasima vekirina ‘Buhira Gozeldereyê’ de axifî û got:
“Buhira Gozeldere li ser rêya dîrokî ya ‘Hevrîşim’ bi sed salan di bin bandora Urartû, Med, Pers, Roma, Selçîkî û Osmaniyan de maye û bandorê ji çanda wan sitendiye. Gelek karwanên bazirganî, milletên koçber û artêş di vir de derbas bûne.
Niha çûna di Buhirê de ji 40 deqeyan daket 6 deqeyan. Me beşa ji Wanê ku diçe Hakakriyê vekir. Di zivistanê de şertên hewayê gelek dijwarin û bandorê li ser jiyana civakî û bazirganiyê gelek dikir. Bi vekirina Buhirê re wê bazirganiya sînor, ajalvanî û çandinî di pêşdeçûna aboriya xelkê herêmê ya di seha aborî û civakî de roleka girîng bileyîze. Wê di sala 2025an de aliyê dinê jî biqede û rihetiyekî ji deverê re peyda bike.
Ji ber rê kurt bû ji aliyê wext de 72,2 milyon lira, ji aliyê petrola erebeyan ve 73,5 milyon lira bi temamî wê 145,7 milyon di berîka xelkê de, dê bimîne. Karbona erebeyan ku zerarê dide der û dorê, wê 4 hezar û 549 ton kêm bibe û xweza paqijtir bimîne.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin