Tunis: Îsal termên 900 koçberan li peravên welat hatin dîtin

Tunis: Îsal termên 900 koçberan li peravên welat hatin dîtin

.

A+A-

Wezîrê Navxwe yê Tunisê Kemal Feqî got, hêzên ewlekariya peravê yên Tunisê termên 901 koçberan dîtine ku di navbera 1ê Çile û 20ê Tîrmehê de li peravê xeniqîne.

Tunis îsal rastî pêleke mezin a koçberan hat, trajediya binavbûna keştiya koçberên Afrîkî dema ku dixwestin xwe bigihînin peravên Îtalyayê, dubare dibû.

Wezîrê Navxwe yê Tunisê di rûniştina li parlamentoyê de got, di nav termên hatine dîtin de, 36 Tûnisî û 267 biyanî hene, yên din jî nasnameya wan nayê zanîn.

Wezîrê Navxwe rexne li kombûna hevkariyê ji aliyê rêxistinên navdewletî yên pispor di warê koçberiyê de di warê serederiya ligel terman de kir, ji ber ku hejmara dezgeh û alavên sarincê têrê nake ku hemû terman biparêzin.

Herwiha destnîşan kir, tevgera koçberiyê ji hêza wan a hewandinê mezintir e, ev yek jî dê veguhere pirsgirêkek civakî û mirovî.

Kemal Feqî dibêje, ew nikarin kampan ji bo koçberên neqanûnî li Tunisê vekin, ji ber ku ev tê wateya niştecihbûn û mana wan.

Kemal Feqî got: “Du çareserî ji bo koçberan hene: Yan di çarçoveya şiyana gelê Tûnisê de li Tunisê bimînin, yan jî bi rêyên qanûnî vegerin welatên xwe.”

Ne diyar e ka çend koçberên neqanûnî li Tunisê hene, lê rêxistinên serbixwe diyar dikin ku ew zêdetirî 20 hezar kesan in ku rojane zêdetir ji sînorên bejahî digihin wî welatî.

Di nîşana zêdebûna hejmara hatina koçberan bo Tunisê yên ku dixwazin bi riya Deryaya Spî xwe bigihînin Îtalyayê,

Wezareta Navxwe eşkere kir, di sala 2022an de zêdetirî 45 hezar koçberên ku dixwazin bi riya Deryaya Sipî xwe bigihînin Îtalyayê, li peravên wî welatî hatine desteserkirin, ku piraniya wan biyanî ne.

Tunis vê mehê bi Yekîtiya Ewropî re yadaştnameyek e hevtêgihiştinê ji bo rêgirtina hatine pêla koçberan di ser sînorên xwe re, li hember piştgiriyeke darayî û aborî îmze kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin