
Turkîye: 3 Biryarnameyên nû hat weşandin: 83 komale hatin girtin
Hukimeta AKPê di çereçeweya OHAL de 3 biryarnameyên nû derxist.
A+A-
Hikumeta AKPê di çerçeweya OHAL de 3 biryarnameyên nû derxist. Li gor wan; 649 akademsîyên, 838 karmendên Tendûristîyê û 2853 karmanênden dewletê ji kar hatin dûrxistin. Herweha selehayet dan polisan ku ew nasnameya kesên ku internetê bi kar tînin lêbikolin. Û ji alîyê din ve 11 rojnameyên ku bi biryarên berê hatibûn girtin dîsa vebibin.
Û 20 bajaran 83 komele û waqif hatin girtin. Di nav van komeleyan de Komaleya Dîclekent Halkevî, Akademiya Ziman a Ehmedê Xanê, Komaleya Piştevaniya Malbatên ku Xizmên Xwe Windakirî, Enstîtuya Kurd a Stenbolê, Komaleya Çandê ya Mûnzûrê, Komaleya Erebên Demokrat, Komaleya Ji bo Roboskiyê Edalet Ji Bo Cihanê Aştî, Komaleya Çandî ya Dersîmê, Komaleya Çandê ya Pilûrê hene.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin