
Ûkrayna plan dike Konsulxaneyekê li Hewlêrê veke
.
Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê aşkera kir ku şandeke parlamentoya Ûkraynayê, di serdana xwe ya dawî de, planên avakirina platformeke bazirganiyê di navbera Ûkrayna û Herêma Kurdistanê de nîqaş kiriye.
Şandeyê her weha ragihand ku Ûkrayna dê di demekd nêzîk de Konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke.
Kameran Salih Bacgir, cîgirê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê, got:
“Duh, roja çarşemê, me pêşwazî li Serokê Lijneya Çandinî ya Parlamentoya Ûkraynayê û endamekî din ê parlamentoyê kir. Wan diyar kir ku berî şerê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de, berhemên çandinî yên Ûkraynayê bi awayekî nerasterast dihatin Herêma Kurdistanê, lê ji ber aloziyan ev hinardekirin lawaz bûye.”
Şandeyê amaje bi wê yekê jî kir ku bi hemahengiya parêzgariya Hewlêrê, hewl didin Kîev û Hewlêr bibin bajarên destexwîşk.
Her weha, behsa vekirina pêşangeheke berhemên Ûkraynayê li Hewlêrê û bihêzkirina têkiliyên bazirganî bi awayekî rasterast hate kirin.
Bacgir tekez kir: “Ûkrayna xwedî yek ji aboriyên herî bihêz ê cîhanê ye. Em kêfxweş in ku bi wan re hevkarî û hevahengiyê bikin ji bo xizmetkirina sektora bazirganî û aborî.”
Ev gavên nû têne wateya xurtkirina pêwendiyên aborî di navbera Herêma Kurdistanê û Ûkraynayê de, di demekê de ku her du alî hewl didin ji astengiyên şer û aloziyên navneteweyî derbas bibin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin