Ukrayna | Xwendekarekî ji Başûrê Kurdistanê di encama bombebarana Rûsyayê de can da
.
A+A-
Xwendekarekî ji Başûrê Kurdistanê yê bi navê Sarî Ebdullah, di encama bombebarana Rûsyayê de can da.
Li gor zanyariyan, Sarî Ebdullah ji Başûrê Kurdistanê bû û ji bo xwendina bilind li Ukraynayê bû.
Hevalê wî xwandekarî Nêçîrvan Mihemed ji Rûdawê re eşkere kiriye, navê wî Sarî Ebdullah e û xelkê Kerkûkê ye û li Ukraynayê dixwend, lê di bombebarana Artêşa Rûsyayê de can da.
Herwiha diyar kiriye, li gor zanyariyan Sarî Ebdullah li bajarê Lvîv ketiye ber bombebaranekê û di encamê de can daye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin