Ulusal Kanalê henekê xwe bi kurdî kir
Bêjerê kanala bi navê Ulusal Kanalê Halil Nebiler di weşana zindî de peyama Parlementerê CHPê Sezgin Tanrikulu ya bi kurdî xwend û henekê xwe bi kurdî kir.
A+A-
Di şeva sersalê de Parlementerê CHPê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu li ser hesaba xwe ya twetterê wiha nivîsîbû: “Hêvîdarim ku sala 2019ê bibe sala dad, azadî, aşitî û biratîyê. Sersala hemû gelê me û hemû gelên cihanê pîroz be!”
Bêjerê televizyona Ulusal Kanalê Halil Nebiler peyama Sezgin Tanrikulu ya bi kurdî xwend û henekê xwe bi kurdî kir.
Nabiler wiha got: “Kuro tu dizanî bi kurdî. Kuro lawo ev e tiştekî xirab be em dixwînîn. Xwedê zane bê ka çi dibêje. “
Ev vîdyoya Nabilerî li ser tora civakî rastî gelek bertekan hat û gelek bikarhênerên tora civakî ev helwesta Ulusal Kanalê weke faşîzm bi nav kir.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin