UNAMI: Dê hemû alî beşdarî hilbijartinan bibin

UNAMI: Dê hemû alî beşdarî hilbijartinan bibin

.

A+A-

Berpirsiyarê UNAMIyê Claudio Cordone diyar kir ku hemû alî bi wê yekê re ne ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin.

Li gorî gotina Claudio Cordone de hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê beşdarî hilbijartinan bibin.

Berpirsê Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Îraqê (UNAMI) Claudio Cordone bû mêvanê bultena Rûdawa Îro ya Rûdawê ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê 20ê Çiriya Pêşîn bên kirin.

Pêvajoya lidarxistina hilbijartinan bi dijwarî derbas bû û 2 salan hatibûn bipaşxistin.

Cordone da zanîn ku ew kêfxweş e ku dê dengdan di dawiyê de pêk were û UNAMI piştgiriyê dide Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê da ku dengdan bê pirsgirêk û bi awayekî şefaf pêk were.

“Dê hemû alî beşdarî hilbijartinan bibin”

Claudio Cordone di berdewamiyê jî de li ser pêkanîna hilbijartinan wiha got:

“Ji bo ku em peyamê bidin civaka navneteweyî, em bi hemû aliyên siyasî re li hev civiyan. Neteweyên Yekbûyî ji van hilbijartinan gelekî bi hêvî ye.“

Li gorî gotina Claudio Cordone, hilbijartin demeke dirêj hatine bipaşxistin û ev yek bandorê li rewabûna saziyên Herêma Kurdistanê dike.

Claudio Cordone behsa naveroka civînên xwe yên bi aliyên siyasî jî re kir û tekez kir ku hemû aliyan ji şandeya wan re gotiye ku ew dê beşdarî pêvajoya hilbijartinê bibin.

Claudio Cordone roja 21ê Tebaxê li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan gotûbêj li ser armancên tîma Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê û hilbijartinên bê yên Parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin.

Erkê UNAMIyê dê Kanûna Pêşîn a 2025an bi dawî bibe.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin