
UNESCO keleha Şamê xiste nav lîsteya starê
UNESCO wate Rêxistina Perwerde, Rewşenbîrî û Zanistê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, 6 pêgehên şûnwarî li Sûriyê, ku ji ber şerê navxwe rûbirûyî metirsiya herifandinê bûne, ew xistine lîsteya metirsiyê, yek ji wan şûnwaran jî keleha Şamê ya kevnare ye.
UNESCO wate Rêxistina Perwerde, Rewşenbîrî û Zanistê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, 6 pêgehên şûnwarî li Sûriyê, ku ji ber şerê navxwe rûbirûyî metirsiya herifandinê bûne, ew xistine lîsteya metirsiyê, yek ji wan şûnwran jî keleha Şamê ya kevnare ye.
Ev di demekê de ye ku tîmek hevbeş a arkolociyên navdewletî û xwecihî li nav keleha lêkolînan dikin, daku avahiya Mîrnişîngeha bajar destnîşan bikin, hevdem nexşeyek hatiye danîn, daku keleh bê nûjenkirin û bibe pêgehek geştyarî.
Serokê projeya nûjenkirina keleha Şamê Edmon Acî dibêje: “Ji bo ku em nexşeya giştî temam bikin, ji me hat xwestin ku em li avahiya Mîrnişîngehê li nav keleha Şamê bigerin, ku li serdema Nûriddîn Zengî, Selaheddînê Eyûbî û Memalîkan hukmê li nav hukmê bajar dihat kirin. Lêkolînên me pêdagiriyê li ser van serdeman dike, daku em bizanibin desthilatên Mîrnişîngehê çawa bûn. Bi rastî xistina kelehê nav lîsteya keleporê cîhanî, wê geştyaran, zanayan û lêkoleran bi ber xwe ve bikişîne, dê bi hijmara zêde ya sedemkeran aboriya rewşenbîrî û geştyarî gelekî qaîm bibe.”
Tîma arkolociyan beşekî Mîrnişîngeha Şamê dîtin, herwiha karîbûn navên çend malbatên ku desthilatdar bûn li nav kelehê jî bibînin, bi gotina serokê arkolociyan wê di demek nêzîk de surpirayzên şûnwarî yên gelekî girîng ji nav kelehê bên diyarkirin.
Akinciya Şamê Yara Bara diyar dike: “Em şanaziyê dikin, ku em li nav kelehê ne, ev keleh kevnartirîn şûnwarên Sûriyê ye. Divê em wê bê biparêzin, ku di dema borî de gelek wêranî dîtibû, divê vegere wek berê, lêkolînên me gelekî girîng in.”
Sala 1979ê Keleha Şamê ji aliyê UNESCO yê ve ket nav lîsteya şûnwarên cîhanî. Li gor zaniyariyên arkolocîk bingeha keleha Şamê sala 1076ê zayînî hatiye danîn.
Sala 1174ê keleha Şamê ketiye destê Selaheddînê Eyûbî. Sala 1260yî ketiye destê Memalîkan û piştre ketiye destê Osmaniyan. Serdema Kolonyalîzma Fransiyan de keleh bûye leşkergeh û zindan, piştî 2011ê karên arkolocîk di nav kelehê de destpê bûne, û tê pêşbînîkirin piştî nûjenkirinê bibe pêgehek geştyarî, û li pêş serdankeran bê vekirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin