Ûrmiye | 2 zindanî hatine bidarvekirin

Ûrmiye | 2 zindanî hatine bidarvekirin

.

A+A-

Tora Mafê Mirov a Kurdistanê  (Kurdistan Human Rights Network) daye zanîn ku roja sêşemê (15 cotmeha 2024an) li gel Nasir Mihemedî yê di girtîgeha navendî ya bajarê Ûrmiyê de, hukmê bidarvekirinê li girtiyekî din ê bi navê Amir Silêmanî jî hatiye sepandin.

Amir Silêmanî (30) yê ji Ûrmiyê, beriya niha bi 2 salan bi tohmeta “kuştina bi qest” hatiye girtin û cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Heman çavkanî dide zanîn ku roja duşemê (14ê cotmeha 2024an) li gel Naser Mihemedî bo girtîgeha takekesî hatibû veguhestin û roja sêşemê (15ê cotmeha 2024an) jî her du girtî hatine bidarvekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin