Van Schaack: Ji bo Êzidiyan edalet pêk nehatiye
.
Balyoza Bilind a Amerîkayê ya ji bo Dadmendiyê ya Tawanên Navneteweyî Beth Van Schaackê got, “Ji bo komkujî Êzidî û hindikahiyên olî û nijadî yên din ên Îraqê dadmendî pêk nehatiye.”
Beth Van Schaackê bi bîr anî ku UNITAD dê 17ê Îlonê deriyên xwe bigire û ev yek hinekî li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê ye.
Van Schaackê diyar kir ku divê Hikûmeta Îraqê yasayekê derxe ku rê pê bide ku sûcên dijî mirovahiyê û komkujiyê têxe pêşberî lêkolîna qanûnî.
UNITADê li ser sûcên DAIŞê gelek belge dîjîtalîze kiribû. Van Schaackê li ser van belgeyan got:
“Bi nêrîna min, a ku em dikarin di vê demê de bikin ew e ku em di avakirina arşîveke baş de piştevaniya Neteweyên Yekbûyî bikin ku rê bide bersiva daxwazên alîkariyê bide.”
DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û heta niha jî bi hezaran Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin winda ne.
Van Schaackê bal kişand serê ku hinek ji wan li Kampa Holê ne û pê de çû:
“Ez dizanim ku hewldanên rastîn hene ji bo diyarkirina ka cara dawî ew kes li ku hatine dîtin.
Dibe ku hîn jî piraniya wan sax bin. Hîn jî em li Kampa Holê û hin kampên ku çekdarên DAIŞê li wan girtî ne, Êzidiyan rizgar dikin.”
Balyoza Bilind a Amerîkayê diyar kir, cihek heye ku Kurdên Êzidî lê vegerin û li pey çû:
“Em hikûmetê taşwîq dikin ku bi rastî jî li Şingal û warên hin ji van civakan veberhênanê bike. Cihekî wan heye ku lê vegerin.”
Van Schaackê ragihand ku hinek Êzidî ji bo vegerê dudilî ne û berdewam kir:
“Min ji hin kesên Êzidî bihîstiye ku gelek Êzidî li ser vegerê bi guman in. Ne piştrast in tiştek hebe lê vegerin.
Loma da ku ew cîwar bên parastin û li wî cihê xwe yê taybet di nav civaka Êzidî de bimînin, divê em veberhênanên mezintir li wan navçeyan bibînin.”
Balyoza Bilind a Amerîkayê ya ji bo Dadmendiyê ya Tawanên Navneteweyî Beth Van Schaack bû mêhvana Rûdawê û pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin:
Rûdaw: Gelekî spas balyoz Van Schaack ku tu li Rûdawê yî.
Balyoz Van Schaack: Zor spas.
Rûdaw: Bila em ji vê dest pê bikin. 10 sal di ser komkujiya Kurdên Êzidî re derbas bûn. Hîn jî Êzidî dibêjin "dadmendî pêk nehatiye", Amerîkayê di van 10 salan de ji bo pêkanîna dadmendiyê ji bo Êzidiyan çi kiriye?
Van Schaack: Rast e ji bo komkujî Êzidî û hindikahiyên olî û nijadî yên din ên Îraqê dadmendî pêk nehatiye. DAIŞ hêzeke xofdar bû ku bû sedema wêrankirin û derbiderbûna gelek kesên ku vêga piştî 10 salan jî hîn koçber in. Me bi gelek awayan hewl da doza dadmendiyê bi pêş ve bibin. Me hilberîn di UNITAD de kiriye ku tîma Neteweyên Yekbûyî ji bo şopandina tawanên DAIŞê ye.
Me pere ji bo hin saziyên civaka sivîl dabîn kiriye ku bi civakên ziyandîtî re kar dikin daku alîkariya wan bikin ku li ser lingên xwe bisekinin. Me alîkariya mirovî peyda kiriye û bi Hikûmeta Îraqê re kar kiriye ji bo ku em hewl bidin û nav di wan bidin ku berpirsiyariya pêkanîna dadmendiyê ji bo welatiyên xwe hinekî li stûyê xwe bigirin lê divê ez tiştê te got qebûl bikim ku gelek kar maye bê kirin.
Rûdaw: Tiştê ku we di deh salên borî de kiriye ev e. Gelo Amerîka dê di siberojê de çi bike qene dadmendiyê ji Kurdên Êzidî re dabîn bike?
Van Schaack: UNITAD dê 17ê Îlonê deriyên xwe bigire ku hinekî li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê ye. Vêga em pir li ser vê yekê disekinin ku em van karan veguhêzin Hikûmeta Îraqê û berdewam be di şiyana avakirina tiştê ku UNITADê bi hikûmetê re dikir.
Her wiha bi Neteweyên Yekbûyî re tîmekê ava bikin da bikare hin erkan li stûyê xwe bigire. Divê çalakî berdewam bikin. Her wisa piştevaniya lêkolînên welatê sêyem bê kirin. Bêtirî 200 daxwazên zanyariyan ji UNITADê re hatine û ez bi dozgerên giştî û lêkolerên seranserê dinyayê re axivîme û hemû behsa wê yekê dikin ku UNITAD çi qasî girîng bû ku ne tenê belgeyên xurt dabîn kirine lê ji bo hûrkirina zanyariyan li ser rêze biryaran û fermanên şer girîng bû. Ev hejmar yek e. Hejmar du piştrast dike ku vekirina goran dê berdewam bike.
Li Îraqê zêdetirî 200 gorên komî hatine tesbîtkirin. UNITADê karîbû 60î ji wan veke û li ser wan kar bike. Lewra hîn gelek kar heye ku bê kirin. Kar li ser hin şiyanên avakirinê bi hikûmeta Îraqê û rêveberiya pizîşkiya yasayî re hatiye kirin da ku baştirîn kar ji bo vekirina goran were kirin bi rengekî ku bal li ser qurbaniyekî be û berpirsiyariyê ber bi pêş ve bibe.
Lê divê ev kar berdewam bike. Gelek daxuyaniyên me yên qurbaniyan hene ku li jêr teşeyên cihêreng ên rizamendiya hişyar hatine dayîn û li ser ku ev tişt bi hikûmeta Îraqê bên dayîn, dilgiraniyeke rastîn heye. Loma divê rêyek bê dîtin ku em li wan rizgarbûyan vegerin û piştrast bikin ku ew dixwazin zanyariyên wan bi Hikûmeta Îraqê bên dayîn. Ger nexwazin jî divê bêne parastin.
Rûdaw: Te qala mijara UNITADê kir. Te got UNITAD dê îlonê dawî li karên xwe bîne ji ber xerabiya têkiliya wê bi Hikûmeta Îraqê re û Hikûmeta Îraqê jî dibêje ew ne hevaheng bû. Te behsa dilgiraniya Êzidiyan jî kir ku dibe ku baweriya wan bi UNITADê hebû lê dibe ku ev baweriya wan bi Hikûmeta Îraqê nebe. Amerîka çawa dikare alîkariya UNITAD û Êzidiyan bike ku belge û şahidiyên ku berhev kirine winda nebin û ji nav neçin?
Van Schaack: Pir girîng e ku Hikûmeta Îraqê kar bike da ku wê baweriyê bi welatiyên xwe re ava bike. Li gorî min, rêyek ji bo kirina vê ew e ku tu bi rastî pabend bî da ku bibînî ku ev doz li dadgehên Îraqê li gorî rêkarên navdewletî û li dadgeheke dadmend a parastî ber bi pêş ve diçin. Beşeke vê yekê hewcedar e ku hikûmet yasayekê derxe ku rê pê bide ku sûcên dijî mirovahiyê û jenosîdê têxe pêşber lêkolîna qanûnî.
Vêga hemû dozên li dijî endam û çekdarên DAIŞê di bin kategoriya terorê de bi pêş ve diçin ku ziyana ku hin hindikahiyan dîtiye nîşan nade ku bi hewla qirkirinê re rû bi rû man û her wisa pêkan be ku sûcên endamên DAIŞê bi başî li ser wan bên tespîtkirin.
Ev rêyeke dûr û dirêj e ji bo nûavakirina baweriyê di navbera Êzidiyan û hikûmeta wan de qene bibînin ku hikûmeta wan dikare dadmendiyê pêk bîne.
Bi nêrîna min, a ku em dikarin di vê demê de bikin ew e ku em di avakirina arşîveke baş de piştevaniya Neteweyên Yekbûyî bikin ku rê bide bersiva daxwazên alîkariyê bide. Alîkarî ji bo berdewamkirina avakirina şiyanê bi Îraqê re ji bo ku têkilî bi rizgarbûyan re bê çêkirin da bên handan ku beşdarî pêvajoya dadmendiyê bibin û diyar bikin ka dixwazin di rewşeke çawa de vê yekê bikin xasma bi liberçavgirtina dilgiraniyên aliyê ewlehiyê.
Lê komeke din a fikarên mirovî heye ku divê em balê bibin ser wan û em hikûmetê han didin ku bi rastî jî li Şingal û warên hin ji van civakan veberhênanê bike. Cihekî wan heye ku lê vegerin.
Rûdaw: Ez dê werim ser pirsa alîkariyên mirovî û nûjenkirina Şingalê lê dema em qala Kurdên Êzidî dikin, em dizanin ku hîn jî 2862 keç, jin û zarokên Kurdên Êzidî ku ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin winda ne. Amerîka çawa dikare alîkariya eşkerekirina çarenûsa wan bike, heke sax in, wan xilas bike?
Van Schaack: Ez dizanim ku hewldanên rastîn hene ji bo diyarkirina ka cara dawî ew kes li ku hatine dîtin. Dibe ku hîn jî piraniya wan sax bin. Hîn jî em li Kampa Holê û hin kampên ku çekdarên DAIŞê li wan girtî ne, Êzidiyan rizgar dikin. Loma divê ev prose berdewam bike.
Dibe ku hin ji wan ne bi me re bin jî. Lewra jî zafî girîng e ku bermahiyên wan bên destnîşankirin û li malbatên xwe bên vegerandin da ku bikare merasîmeke guncav a veşartinê ji wan re bê kirin û ew malbat karibin dest bi pêvajoya dijwar a başbûnê bikin.
Lê pir zehmet e bi van ziyanên nezelal ev bê kirin ku ger neyê zanîn gelo ew kes hîn jî sax e û dikare bê parastin an jî hatiye kuştin. Kîjan be jî tu dixwazî girtineke tevahî û merasîmeke guncav a veşartinê pêk bînî.
Bi nêrîna min, gihîştina girtinê pir girîng e û divê em li gel Hikûmeta Îraqê, Neteweyên Yekbûyî û hemû şiyanên ku UNITADê dabîn kirine, kar bikin da ku em bigihin vir.
Rûdaw: Te dabaşa wê yekê kir ku pêdiviya we pê heye ku hûn bi aliyên duyem û sêyem re kar bikin ji bo diyarkirina çarenivîsa Êzidiyên windayî. Em dizanin ku li Herêma Kurdistan û Îraqê hin sazî hene wek Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidî li ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî heye û heya vêga bêtirî 2500 mirovên Êzidî dîtine û rizgar kirine. Gelo hevahengiya we li gel wê ofîsê û wan saziyan heye ku li ser wan revandiyên Êzidî kar dikin, çarenivîsa wan diyar dikin û ger hîn sax bin, wan rizgar dikin?
Van Schaack: Ez dizanim ku em li gel civakeke mezintir a daneran di civaka navdewletî de hewl didin piştgiriya Hikûmeta Îraqê bikin, di demekê de ku ev karên taybet tên danîn ku bên kirin da ku ev kar bidome û bi rengekî wisa bê kirin ku qurbanî navend be.
Em her wiha pir ji nêz ve bi hin komên rizgarbûyî re dixebitin da ku em wer li wan bikin ku bi hikûmeta xwe re çêtir parêzvaniyê li xwe bikin da ku karibin bendewariyên xwe di vî warî de ji hikûmeta xwe re ragihînin. Loma jî pêvajo ne şokeke dubare ye yan şokeke kêmtir e ji ya ku dibe ku tu nikaribî xwe jê bidî alî. Loma kirina vî karî bi rengekî ku qurbanî navend be pir girîng e û pêdivî bi şêwira bi kesên rizgarbûyî bi xwe re heye.
Rûdaw: Te xwest behsa alîkariyên mirovî yên Amerîka û jinûveavakirina Şingalê bikî. Tu dibêjî ji 2014an û heya vêga, we nêzî 500 milyon dolarî ji bo alîkariya penaberan û nûjenkirina Şingal û Deşta Nînowayê xerc kiriye lê hîn jî beşeke mezin a Şingalê wêran e û pêdiviya wê bi alîkariyê heye, rewşa koçberên Şingalê jî xerab e. Bi dîtina te, alîkariyên we ji bo wê deverê cihên xwe girtine? Hûn ê wekî din çi bikin ji bo piştevanîkirina wan pêkhateyan qene bi kêmanî pêdiviyên wan ên seretayî hebin?
Van Schaack: Bê guman, divê em li wê devera taybet ku we behs kir, veberhênanên mezintir bibînin çimkî alîkariyên nûavakirinê li tevahiya welêt belav nabin û bala wan li ser wan navçeyên taybet e. Ji bo vegera xelkê jî divê tiştek hebe ku ew xelk lê vegerin.
Tewra ger xaniyên wan hilweşiyabin, divê tiştek di bendewariya wan de hebe ku ew xanî dikarin jinûve werin avakirin. Pêdiviya wan bi wan çavkaniyan heye da ku karibin wan tiştan bikin.
Loma jî bi dîtina min zafî girîng e ku yasaya rizgarbûyên Êzidî bi tevahî were fînansekirin û bicihanîn da ku ew çavkaniyên xelkê hebin ku hewcedarî wan in qene bikarin bi dilxwazî, bi rûmet û parastî vegerin. Bi awayekî mayînde vegerin da ku karibin jiyana xwe li van deveran ji nû ve ava bikin.
Min ji hin kesên Êzidî bihîstiye ku gelek Êzidî li ser vegerê bi guman in. Ne piştrast in tiştek hebe lê vegerin. Loma da ku ew cîwar bên parastin û li wî cihê xwe yê taybet di nav civaka Êzidî de bimînin, divê em veberhênanên mezintir li wan navçeyan bibînin.
Rûdaw: Nêrîna te li ser Peymana Şingalê çi ye? Li gorî te, bêyî bicihanîna vê peymanê, her alîkariya ku ji bo nûjenkirina Şingalê bê kirin celebekî valaxerckirinê ye û cihê xwe nagire?
Van Schaack: Bi baweriya min, peymanê platformeke pir baş ji jinûveavakirinên wiha re peyda kiribû. Ez ji wê yekê dilgiran im ku di dema nivîsandina wê peymanê de şêwira gelek civakên ziyandîtî nehat kirin. Loma dibe ku pêwîst be ew peyman bê vekirin, Êzidî bên vexwendin, rê bi wan bê dayîn û destê wan tê de hebe.
Lê guman tê de nîne ku ev peyman xaleke destpêkê berdest dike. Nexşeya rê piçekî diyar dike. Loma ya ku divê em vêga bibînin bicihanîna astengiya rastîn e ku li derveyî karê min e. Kêşeya rastîn milîs in ku destê xwe daniye ser hin dever û pêvajoyên siyasî. Lewra dîtina rêyekê ku piştrast bike ku ew rizgarbûyî dikarin bi awayekî guncav di civakên siyasî û saziyên siyasî yên Îraqê de nûnertiya wan bê kirin dê zafî girîng be. Ji bo ku dema nûavakirinê dest pê kir, bikare tam rêza nêrînên wan bê girtin û guhdariya wan bê kirin.
Rûdaw: Dema we kêm e û pirsên min zaf in lê dixwazim bipirsim, dawiya heyva borî hejmarek nûnerên civaka sivîl ên Êzidî li vir li Wezareta Karên Derve bi Wezîrê Karên Derve Blinken re civiyan, tu jî beşdarî wê civînê bûyî. We çi ji Êzidiyan re got û gelo we ti dozek da wan?
Van Schaack: Gotûbêjeke zafî baş bû û birêz wezîr ji vê rewşê pir dilgiran e û dixwaze Amerîka di vî warî de bi qasî ku dikare kar bike. Bila ez eşkere bim, civaka Êzidî pir baş hatiye rêkxistin.
Daxwazên wan ên pir taybet ji hikûmeta me, civaka navneteweyî û hikûmeta wan hebûn û di nav wan de dadmendî herî li pêş bû. Wan dixwest bibînin ku dozên din bi pêş ve diçin. Dixwazin di Îraqê de çarçoveya yasayî were bicihanîn.
Loma hikûmeta Îraqê dikare bi xwe vî karî bike. Ew dixwazin pabendbûna rastîn ji bo vê mijarê bibînin. Dixwazin bi awayekî kar li ser van dozan bê kirin ku dadmend bin. Ew li hemberî testkirina demê xweragir in û dixwazin dosyayên malbata wan bên girtin. Her wisa vekirina goran jî zafî girîng e. Bi rastî dixwazin bibînin karê wan gorên komî diqede û her wisa dixwazin çarenivîsa 2 hezar û 600 kesên ku winda ne û rewşa wan nayê zanîn, were diyarkirin. Pêşînkarekî wan ê din jî ev e.
Rûdaw: Pirsa min a dawî ev e, Êzidî hîn jî ditirsin ku careke din werin qirkirin. Gelo Amerîka dikare garantiyê bide Kurdên Êzidî ku wekî sala 2014an careke din bi heman qederê re rûbirû nabin?
Van Schaack: Guman tê de nîne ku divê em bi tevahî bala xwe bidin ser wê yekê ku em piştrast bikin ku DAIŞ dê bi ti awayî, ne tenê di teşeya xîlafetê de lê di forma rêxistineke sînorbir de jî ji nû ve dernekeve holê.
Hîn jî dijberên DAIŞê ku hevpeyman in hene û pir çalak in û agahiyên ku em wan dibînin parve dikin, wekî hewlên DAIŞê ji bo jinûveavakirina xwe. Loma zafî girîng e were piştrastkirin ku Êzidî dê qet careke din bi destê DAIŞê bi qirkirinê re rû bi rû nemînin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin