Vekişîna Amerîkayê destpê kir
Berpirsekî Wezareta Berevaniya Amerîkayê ragehand ku, Artêşa Amerîkayê dest bi vekişandina çekên giran ji Sûriyê kir.
A+A-
Ajansa RT di nûçeyeka xwe li ser zarê berpirsekî ji Wezareta Derve ya Amerîkayê vekişandina çekên giran û alavên serbazî ji Sûriyê piştrast kir.
Ji aliyê xwe têlevizyona CNNa Amerîkayê jî îdia kir Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTOM) keştî û balafirên ku wê di dema operasyona vekişandinê da bên hildan aşkere kiriye.
Vekişînê hêzên Amerîka piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump hat ku, ewê hêzên welatê xwe ji Sûriyê bikişîne.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin