VÎDEO-Ricayek ji "KURDŞOP"ê bo Kurdên Bakurê Kurdistanê!

VÎDEO-Ricayek ji "KURDŞOP"ê bo Kurdên Bakurê Kurdistanê!

.

A+A-

 

Ji bo ku zarokên we bikaribin mafê xwendina bi Zimanê Kurdî"Kurmancî û Zazakî" di pola 5, 6, 7 û 8 a li Debistanê de hebin, niha derfeta hilbijartina wê yekê di destê we da ye. Bi erê kirna vê hilbijartinê, Zarokên we wê bikarin ji xwendina dersên Kurdî yên bi zaravayê Zazakî û Kurmancî mifahdar bin.

Em wek saziya KURDŞOP ê ricayê ji dayik û bavên Zarokên Kurd yên li bakûrê Kurdistanê dikin, hindî direng nebûye û dema wê kempeynê maye, herin dersên Kurdî bo zarokên xwe hilbijêrin.

Zimanê Kurdî ji bo Zarokên me, qasî şîrê dayikê pêwîst û helal e, bila em ji Zimanê xwe û paşeroja zarokên xwe xwedî derkewin.

Saziya KURDŞOP

2022-02-04

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin