Vîrusa korona derveyî Çînê herî zêde li Koreya Başûr, Îran û Îtalyayê hatîye dîtin
Rêxistina Tenduristîya Cîhanê (WHO) ragihand ku vîrusa korona ya bi navê Covid-19 li derveyî Çînê jî bi awayekî çapik belav dibe.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Li gor daneyên WHOyê, roja Sêşemê li Çînê 411 bûyerên nû yên bi Covid-19 pêk hatin û li derveyî ew hejmar giheşt 427an.
WHOyê da zanîn Covid-19 ku li derveyî Çînê herî zêde li Koreya Başûr, Îran û Îtalya hatîye dîtin.
Serokê WHOyê Adhanom Ghebreyesus dîyar kir ku ew belavbûna Covid-19 fikara çêdike, lê ewê ‘’pandemî’’ ranegihînin.
Bo ‘’pandemî’’ were ragihandin, divê nexweşî li welat û parzemîna were dîtin, ji mirovan derbazî mirovan be, kujer be û dermanê wê tune be.
WHO dîyar dike ku ragihandina pandemîyê dê tirsa di nav gel de zêde bike.
Covid-19 di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.
Nûçeya berê û ya piştre
Rêveberîya Xweser veguhestina darbesta hunermend Yûsif girt ser xweLi Germîyan di rûdaneka tirafîkê de du kes mirin
Nûçeyên eleqeder
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin