Walîtiya Mûşê konsera Metîn Kemal Kahramanî qedexe kiriye
.
Walîtiyê bi rêya telefonê ji Metîn Kemal Kahramanî re gotiye ku konsera wan qedexe bûye.
Walîtiya Mûşê, konsera Metîn Kemal Kahramanî ya wê îro (17ê Gulanê) pêk bihata, qedexe kiriye.
Metîn Kemal Kahramanî daxuyaniyek derbarê mijarê de weşandiye û aşkere kiriye ku beriya konser pêk were bi rojekê û beriya dema fermî ya karî biqede bi çend saetan, telefonî wan kirine û ji wan re gotine, konser qedexe bûye.
Di 13ê Gulanê de li Kocaeliyê Şaredariya Derinceyê ya AKPyî destûr nedabû konsera Aynûr Doganê pêk were û Şaredariya Çayirovayê ya AKPyî destûr nedabû lîstika “Don Kîxot” a Şaredariya Bajêr a Amedê bê nîşanda.
Metîn Kemal Kahramanî ji bo biryara qedexekirinê diyar kiriye ku bi vê biryarê re barekî madî û manewî didin ser milê muzîkjenan, organîzator û guhdarên bilêt kirîne:
“Beriya wê bi mehan muzîkjen wan rojên xwe ji bo konserê vediqetînin; bêyî ku alîkarî ji ti saziyan bistînin salona konserê tê kirin, heqê kirêya wê tê dayîn; ji bo muzîkjenan bilêtên balafiran tên kirîn, li otêlê ode tên revîzekirin; afîş hatine çapkirin, li ser medyaya civakî bi pereyan zanyarî tên belavkirin; û bi dehan mirov ji bo van karan bi rojan kar dikin... Aha divê van hemû tiştan bikin weke barekî ku qedexe bila wî barê nefretkirinê yê ji xwe re maf dibînin hinekî rehet bibe.”
Metîn Kemal Kahramanî bang li saziyên pîşeyî yên weke MÜYOBİR û MESAMê kirine û xwestine ku li beramberî vê rewşê helwestekê nîşan bidin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin