Walîyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm li Parîsê bibîrhat
.
Di salvegera 1-ê ya koça xwe ya dawîn de Walîyê berê yê Kerkûkê li Enstîtuya kurdî ya Parîsê bi konferansekê bibîr hat. Di Konferansa ku îro, 30-ê çiriya pêşîn de pêk hat de, Serokê Enstîtuyê Kendal Nezan, parlamenter û Şaredarê berê yê Diyarbekirê Osman Baydemir, Profesor Joyce Blau, Cîgirê Serokê PDK-Î Hesen Şerefî û Nûnerê hikumeta Kurdistanê Dr. Elî Dolemarî axivîn, rojnamevanê Emerîkî Jonathan Randal jî bi mesajekê beşdar bû û çend vîdeoyên ku çalakiyên Dr. Necmedîn Kerîm raxistin ber çavan. Hêjayî gotinê ye ku salona Enstîtuyê ji Kurdên Parîsê tije bûbû.
Piştî axavtina bixêrhatina mêvanan ji alî birêz K. Nezan ve, Joyce Blau mesaja Randal xwend: « Jiyana Necmedîn Kerîm efsane ye, di dema ku zanîngeha Mûsilê, bijişkî dixwend, bû yek ji lîderên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê. Piştî dîploma xwe ya doktoriyê wergirt, di 1972an xwe gîhand refên Berxwedana kurdî ya general Mistefa Barzanî û bû doktorê wî û tevgera wî. Piştî tevger belav bû di gel Barzanî hat Amerîkayê û bû penaber. Li wir weke cerah kar kir û Enstîtuya kurdî ya Washingtonê ava kir. Welatparêzekî dilsoz bû, piştî serîhildana Başûrê vegeriya Kurdistanê. Weke parlamenter hat hilbijartin û paşê bû waliyê Kerkûkê. Dostaniya me dema avakirina Enstîtuya kurdî ya Washingtonê dest pê kir. Ew dîplomatekî jîr bû; têkiliyên wî bi rêxistinên sivîl, rojnamevan, dîplomat û hevwelatiyên sade re jî xweş bûn. Ji bo me ew çavkaniya bûyerên Kurdistanê ya ku meriv tim pê bawer bû. Piştî referandûmê, Kerkûk ji alî hêzên YNKê ve hate dagîr kirin û ev yek bû sedema ku hêzên biyanî yên ser bi Bexda û Îranê jî têkevin bajêr.
Kendal Nezan jî bi dirêjî bahsa jiyan û çalakiyên wî yên dema ku xwendekar bû, paşê gîhaşte tevgera Barzanî û bû doktorê wî kir û got: ”Dema tevger belav bû li gel Barzanî çû Emerîkayê. Ji ber ku ingilîzî jî zanibû, têkiliya wî bi gelek rojnamevan û dîplomatan re çêbûn û bi vî awayî Enstîtuya Washîngtonê ava kir. Randal ez bi wî re dam naskirinê. Di 1989ê de, ew jî beşdarî Konferansa me ya Parîsê bû, bi saya wî me gelek senatorên Emerîki nas kirin. Wî di Senatoya Emerîkaryê de lobiyek çêkir, ku wê jî bi pêşniyariya Fransayê herêma ewle ya başûrê Kurdistanê bi Emerîkayê da qebûl kirin. Wan hîn wê demê got, ji ber ku Tirkiye endama natoyê ye, em nikarin alîkariya Kurdên wê bikin. Gava ku Necmedîn vegeriya Kurdistanê weke parlamenter kete parlamentoya Iraqê. Dê bibûna wezîrê tenduristiyê yê Iraqê, lê wî xwest bibe waliyê Kerkûkê. Piştgirya referandûmê kir û piştî ketina Kerkûkê vegeriya Hewlêrê. Emerîkiyan ji ber Tirkiyê û îhtimala destdirêjiya Îranê nexwestin piştgiriya serxwebûnê bikin…”
Osman Baydemir bi kurdî axivî û got,”Em ê gişt rojekê ji vê dinyayê biçin, lê hin kes dê binav û xebata xwe her bimînin, ku Dr. Necmedîn jî yek ji van kesan e. Wî piştgiriya hemî beşên Kurdistanê dikir û cûdatî nedixist nava Kurdan. Min ew di sala 2000î de nas kir, wê demê hemû derfetên xwe ji bo me Kurdên Bakur seferber kirin. Wî zanibû ku pirsa kurdî ya miletekî ye û qedera hemî perçeyên welatê me bi hev ve girêdayî ye. Wî digot dijminên me gava ku sînor danîn ji me nepirsîn, em jî ne mecbûrin sînorên wan nas bikin. Mixabin ji nav me zû çû. Lê, wê ji bo me gişan bibe sembola têkoşînê. Em bi hev re bi riya telefonê her di têkiliyê de man. Gava ku li Diyarbekir rewş nexweş bû, wî moral dida min û gava ku li Kerkûkê nexweş bû min moral dida wî. Hêviya min her heye ku em dê rojekê li Kerkûk û Amedê rojekê hev bibînin. Divê em rêza têkoşerên xwe bigrin û ji tecrûbeyên wan îstifade bikin.
Hesen Şerefî jî bi kurdî axivî û got : ”Dr. Necmedîn li hemî destkevt û têkoşîna Kurdan xwedî derdiket, ew kurd û kurdperwerekî bêhemta bû. Li kîderê bûna, çi bikira ji bo hemî Kurdan dikir. Wî guh li nakokiyên nav rêxistinan nedikir, li gor hest û zanîna xwe alîkariya hemî Kurdan dikir. Qadroyekî jîr, welatperwer û humanîst bû. Heke çend kesên din weke wî hebûna niha tevgera kurdî gihaştibûna astekî din. Ew ji nav me zû çû. Hêvîdarim ku kesên mîna wî di nav me de pir bibin.
Elî Dolemarî bikurdî peyivî, got: ”Dr. Necmedîn digot serxwebûn xewna me bû, bi referandûmê ev xewn birast geriya. Ew yekem kes e, ku ala Kurdistanê li Kerkûkê hilda. Ew kesekî birastî jî mezin e. Divê, li ser wî koferanseke mezintir pêk bê…”
Piştî Konferansê dokumanterekî ku Rûdawê li ser Dr. Necmedîn Kerîm amade kiribû hate pêşandan û civîn bi kokteylekê bidawî bû.
31.10.2021
RN/Fransa
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin