Wan: Ji xelkê bi tenê 4 kes bêşdarî civîna qeyyumê bûn!
Qeyyumê Wanê civîn bi xelkê re çêkirîye û bi tenê 4 kes bêşdarê civînê bûne ew 4 kes jî ji bona karê xwe li şaredarîyê bûne.
Qeyyumê Wanê civîn bi xelkê re çêkirîye û bi tenê 4 kes bêşdarê civînê bûne ew 4 kes jî ji bona karê xwe li şaredarîyê bûne.
Qeyyumê Şaredarîya Wanê walî Îbrahîm Taşyapan talîmat daye Sekreterê Giştî yê şaredarîyê Mustafa Yalçin da ew heftê du caran; rojên Sêşemî û Inêyê bi xelkê re civîn çêke. Lê di civîna Înîyê de li gel karmendan bi tenê ji xelkê 4 kes bêşdarê civînê bûne û ew kes jî ji bona karên xwe di wê momentê de li şaredarîyê bûne û dihê îddakirin ew jî bi dîrektîfa Sekreterê Giştî anîne civînê. Sekreterê Giştî yê Şaredarîyê Mustafa Yalçin berê di şaredarîya Mezin ya bajarê Qeyserî de heman wezîfe kiriye.
Û hat îddîakirin ku di civînên bihê de divê birêvebirên AKP û alîgirên wan mecbûr bêşdarî civînan bibin.
Hevserokê Şaredarê Wanê Bekir Kaya di 17ê Mijdara 2016ê de ji kar hatibû dûrxistin û tewqîfkirin di şûna wî de walîyê Wanê Îbrahîm Taşyapan wek qeyyum hatibû tayînkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin