Washington Post: Haspelê tomara dengê Kaşıkçıyî guhdarî kir
Rojnameya Amerîkî Washington Postê diyar kir, Seroka CIAê Gina Haspelê, tomara dengan a bûyera Kaşıkçıyî guhdarî kiriye.
A+A-
Washington Postê, bi sipartina çavkaniyên ku ji civînên Haspelê haydar in, nûçeyek belav kir.
Li gor nûçeya ku xwe dispêre çavkaniyên ku ji civînên Hspelê agahdar in û naxwazin navên wan bêne eşkerekirin, Gina Haspela Seroka CIAê ku bo lêpirsîna bûyera kuştina Kaşıkçıyî roja duşemê hatibû Tirkiyeyê, tomara dengan a bûyerê guhdarî kiriye.
Van çavkaniyan di heman demê de gotine, ku tomarên dengan bawerker in û eger heye Emarîka zextên zêdetir li Erebîstana Siûdî bike.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin