Waşington piştevanîya berferehkirina rola NATO li Iraq û Sûrîyê dike
Şanderê taybet ê Amerîka di Hevpeymanîya Navdewletî li dijî DAIŞê dibêje, Waşington piştevanîya berferehkirina rola NATO li Iraq û Sûrîyê dike.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Şanderê taybet ê Amerîka di Hevpeymanîya Navdewletî li dijî DAIŞê de James Jeffrey di daxuyanîyek rojnamevanî de ragihand, ku ew dixwazin, di paşerojê de danûstandinan derbarê hebûna hêzên serbazî ligel Iraqê bikin û got, Waşington piştevanîya berferehkirina rola NATO li Iraq û Sûrîyê dike. Ev daxuyanîya Jeffrey, di demekê de ye, ku ligor raportek Ajansa France Press berpirsên Iraqê û welatên Rojava eşkere kirin e, ku Bexda dixwaze, rola hêzên NATO li Iraqê berfereh be .
K24
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin