Wek kurdekî jiyana min; Pirtûka bîranînên Nuredîn Zaza
Lokman Polat
Ev sernivîsa li jor nave pirtûka bîranînên Nuredîn Zaza ye. Wî bîranînên xwe bi fransî nivîsîbû. Sedema nivîsîna bi fransî ji bo derbarê kurdan de agahdarî bide raya giştî a fransiyan. Aytekin Karaçoban pirtûkê ji fransî wergerandiye kurdî û pirtûk di nav weşanên Mezopotanyayê de li Swêdê derketibû. Adil Qazî jî wergerandiye kurdî. Siyasetmedarê kurd Omer Şêxmûs ji bo pirtûkê pêşgotin nivîsiye.
Nuredîn zaza kurdekî welatperwer, siyasetmedar û edebiyatzan bû. Wî di sala 1957 tan de li Rojavayê Kurdistanê Partiya Demokrat a Kurd damezrand û bû serokê partiyê. Digel kar û xebata siyasî wî gelek gotar, pexşan, kurteçîrokên kurdî nivîsî. Di masmediya kurdan de gelek nivîsên wê hatin weşandin.
Nuredîn Zaza û birayê wî Doktor Nafîz ji ber zilm û zordariya deweta dagirker a kemalîst neçar dimînin û diçine binxetê ango diçine rojavayê Kurdistanê ku ew dem Suriye û rojavayê Kurdistanê di bin desthilatdariya Fransayê de bû. Fransa dixwaze wan radestê komara Tirkiyê /T.C.ê bike. Fransî dibêjin; ”ji bo em navbera xwe û hukumata tirk a kemalîst xweş bikî, em ê we teslîmê komara Tirkiyê bikî.” Lêbelê ji bo ku N. Zaza û birayê wî ji ber sedemên siyasî Tirkiyê terk kiribû û serîlêdana siyasî dabû fransiyan loma jî fransiyan ew teslîmê hukumata tirk nekirin. Û ew li wir li Halebê man, paşê jî çûn navçeya rojavayê Kurdistanê.
Nuredîn Zaza di pirtûka xwe a bîranînê de behsa gelek kesayetiyên kurd dike. Ji Haco Axa bigir hetanî Ekrem Cemîl Paşa, qala gelek şexsiyetên kurd dike. N. Zaza bi dostekî xwe î kurdê başur re dice ku biçe serlêdana Mistefa Barzanî, lê di sînor de têne girtin, wan dibin dikine hepisxaneya Musulê. Paşê ew tê berdan û dice Libnanê/Beyrutê. Ji wir jî dice Swîsrê.
Li Swîsrê ji bo doza netewa kurd gelek kar û xebat dike û herweha bi pêşewatiya wî ”Komeleya Xwendekarên Kurd” tê damezrandin. Di kar û xebatên wî yên Swîsrê û seranserê Ewropayê de zilamên kurd yên ku di nav partiyên komunîst de ne (lê di esasê xwe de partiyên sosyal şoven in) û endamên van partiyan dibine asteng. Li gor wan N. Zaza û hevalên wî neteweperestî dikin, pirsa kurd dive bimîne pey soreşê.
Piştî çend salan Nuredîn Zaza dîsa vedigere rojavayê Kurdistanê. Birayê wî Doktor Nazîf jî li wir e. Piştî demeke N. Zaza bi alîkariya Mam Celal Telebanî bernameya partiya demokrat a kurd Suriye (PDKS) bi hevalên xwe ve dadimezrîne û ew dibe serokê partiyê. Partî di demeke kin de di nav kurdên rojava û li Şamê geş dibe, xurt dibe, bi rêxistin dibe. Paşêpiştî pêvajoya demeke de ji alî muxaberata Suriyê li hemberê endamên partiyê operasyon pêk tê û bi qasî 500 endam, serokê partiyê Nuredîn Zaza û endamê komîteya navendî a birêvebiriya partiyê Osman Sebrî têne girtin û dikevin zindanê.
N. Zaza behsa şkenceyên ku li wî û li hevalên wî hatine kirin û behsa hepisxaneya navdar a li Dîmeşqê/Şamê ku nave wê hepisxana Mezze ye bi berferehî dike. Li hepisxanê jî li wan şkence dikin. N. Zaza û hevalên wî piştî çend salan razana hepisxaneyê têne berdan. Paşê demek derbas dibe ew dîsa tê girtin, tê berdan, dîsa lêdigerin, dibe mahkûm û dawî bi riya dizî/qaçaxî ji Suriyê derdikeve dice Libnanê.
Li Libnanê/Beyrutê jî N/ Zaza ji bo doza netewa kurd kar û xebatên hêja dike, di rojname û kovarên arebî de dinivîse, mafên kurdan diparêze, piştgiriya tevgera rizgariya başurê Kurdistanê dike.
Piştî demeke polîsên Libnanê wî digrin binçav û jê re dibêjin : ”Tu di ajans û rojnameyên Beyrutê de doza kurdan diparêzî û dostaniya Libnanê û Îraqê xerab dikî.” Polîs biryara wî ji Libnanê derxistinê digrin û wî dişînin Urdunê. Lêbelê Urdun wî qebûl nake û piştî sê rojan wî paşve dişînin Beyrutê, Vêcarê Polîs wî dibin teslîmê polîsên Suriyê dikin.
Polîsên Suriyê N. Zaza dibin dikin hepisxaneyê. Ew 7 meh di zindanê de dimîne. Piştî girtina wî û berdana wî a li Suriyê vêca ji neçarî vedigere bakurê Kurdistanê. Li Suriyê partiya Baas a faşîst û nîjadperest li ser hukum e. Ew li Suriyê bimîne dê dîsa were girtin. Lewre jî piştî 30 salan vedigere bakurê Kurdistanê. Ew bi alîkariya xwarzê xwe di sînorê mayinkirî re derbasê serxetê dibe.
Nuredîn Zaza bi hêviya ku li bakurê Kurdistanê bi cih û war bibe ji Suriyê tê, lêbelê Mîta tirkan pê dihese û wî dişopîne. Dezgeha polîsan û teşkîlata muxaberatê(Mît) wî digrine lêpirsînê, gelek pirs jê dikin. Dawî di rojnameya hukumetê a fermî (resmî gazete) de nûçe derdikeve ku Nuredîn Zaza ji hemwelatiya Tirkiyê (ji watandaşiyê) hatiye avêtin. Ew jî neçar dimîne, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê terk dike û diçe Swîsreyê. Li Swîsrê jî bi jineka Swîsrî re dizewice û hetanî dawiya jiyana xwe li Swîsrê dimîne.
Berhemên wî
- Destana Memê Alan, Weşanên Bahoz, Uppsala, Swêd, 1973.
- Memê Alan, Çapxaney Korî Zanyarî Kurd, Bexda, 1977.
- Ma vie de Kurde, Pierre-Marcel Fauvre Publi, SA, Lozan, 1982.
- Keskesor, Weşanên Nûdemê, Stockholm, Swêd, 1995.
- Bîranîn, Avesta, Stembol-Amed, 2008.
- Gulê, Weşanên Lîs, Amed, 2015.
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin