Welatên Rojavayî zimanên xwe ji Esad re tûj dikin..Macron: Esed welatiyên sivîl dikuje
Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragehand ku, serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed welatiyên sivîl dike armanc.
A+A-
Di kongreyeke rojnamevanî de serokê Fransayê Emmanuel Macron rexeneyên tûnd li rejîma Sûriyê kir û ragehand ku, Esed û hêzên bi ser ve li navçeya Xuteya Rojhelat welatiyên sivîl dikuje.
Herwiha daxwaza agirbesteke bilez dike li Sûriyê kir û got ku, pêwîste neteweyên yekbûyî çareseriyekê bibîne û rê li ber kuştina xelkê Sûriyê bigre.
Li gor rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragehandî di van 3 rojên borî de 250 kes ji encama êrîşên esmanî yên rejîma Esed li Xuteya Rojhelat hatine kuştin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin