Welatiyên li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê ji ber gefên operasyonê nîgeran in

Welatiyên li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê ji ber gefên operasyonê nîgeran in

.

A+A-

- Egeriya operasyona bejayî ya li hemberî Rojavayê kurdistanê netirsiya li herdu aliyên sînor her kûr dike. Li navçeya Sirûcê û gundên wê xelk bi vê metirsiyê radibe û rûdine. Tevî ku li ser sînor tu liv û tevgerek leikerî nîn e jî daxuyaniyên ku rayedarê Tirkiye didin vê metirsiya heyî dirêj dike. Heta niha li herdu aliyên sînor her tişt normal e lê bordûman û topbarana berdewam gumana gelek encaman jî mayînde dike

Gundên Murşîtpinar, Etmaneka Mezin û Etmaneka Biçûk in ku li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê cîh digirin. Di navbera van gundan û Kobaniyê de tenê sînor heye û çi geşerdana ku li aliyê din diqewime yekser bandorê li vir jî dike. Gundî ew demeke ji ber bordûmana Tirkiye di nava metirsiyê de ne û gelen xanî ji ber bandora topan derizî ne.

Welatî Sarya Çetinkaya ragihand “Binêre hemû cam û xaniyên me tîş lê ketin. Em salê carekê xaniyê xwe çê dikin. Em çîmento tînin bi qelşên xanî didin. Cihên çiriyayî me duh û pêr çêkirin.”

Ehmet Çankaya diyar kir “Firoke rabûn lêxist em hemû tirsiyan, ji ber ku nêzik e. Derî û xaniyên me gişt dileqin, erd diheje. Niha aram e tiştek tine. Eger ku bibêjin gund vala bikin ew dê ji me re tengahî, em dê vê zivistanê ka bi kuderê re herin, ka em dê çi bikin.”

Navenda Sirûcê ku navbera wê û sînor jî bi gavan tê pîvan û xelkê navçeyê jî çav li Kobaniyê, guh li dengê top û balefiran e. Ji ber topbaran û metirsiya şer xelkê navçeyê jî li ser êr û agir e.

Welatî Xelîl Yavûz got “Welle topan diavêjin vê derê jî, erd diheje, camên me dihejin. Miletê me yê vê derê jî zirarê dibîne, em jî zirarê dibînin. Şer ne baş e.”

Rêjeyeke xelkê Kobaniyê jî ew çend sal in li vir dimînin û him metirsiya xizm û malbatên wan li aliyê din him jî metirsiya şerekî bejayî ku li vî alî bibe jiyana wan bi temamî rapêç kiriye.

Welatiya Kobaniyê Hediye Hemo ku li Sirûcê dijî dibêje “Ev deh sal in em li vir in. Ji me re dibêjin werin em we bibînin, em dibêjin em nikarin herin. Û em nikarin vegerin. Wek mînak em nikarin gişt bi hev re herin û gişt bi hev re vegerin. Em dê çewa herin? Mirov naçe mirinê.”

Tevî ku egeriya operasyoneke bejayî cihê xwe yê di rojevê de her germ dike li aliyê Bakurê Kurdistanê ve tu nîşaneyên operasyoneke bejayî nîn in. Li ser sînor liv û tevgereke leşkerî nîn e. Dexuyaniyên ku ji Emerîka û Rûsya jî heta niha tên weke emareyên wê yekê têne şirovekirin ku operasyoneke bejayî bi qasî ku Tirkiye ewe lê germ dike, qe nebe di van rojan de pêkan nîn e. Lê metirsî jî berdwam e.

Nûçe: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin