Welatiyên Rojavayê Kurdistanê: Em zerareke zêde ji girtina Deriyê Sêmalkayê dibînin
.
Hevserokê Desteya Navxwe ya Rêveberiya Xweser Kenan Berekat dibêje ku girtina deriyê Pêşabûrê ziyaneke mezin digihîne hemû welatiyan û bi taybetî çîna hejar. Bazirganek dibêje ku anîna keresteyan bi rêya Deriyê Sêmalkayê erzantir e ji anîna wan ji Tirkiye yan ji Ezaz û Cerablûsê, girtina derî wiha kiriye ku nirxê kelûpelan jî giran bibe.
Deriyê Sêmalka-Pêşabûrê yê ku Rojava û Başûrê Kurdistanê bi hev girê dide ji 20ê Gulana 2023an ve bi temamî hatiye girtin. Welatiyên Rojavayê Kurdistanê dibêjin ew ji ber girtina derî zerarên zêde û derd û êşan dibînin.
Hevserokê Desteya Hindirîn a Rêveberiya Xweser Kenan Berekat got, “Girtina Derî zerareke mezin digihîne hemû welatiyan û bi taybetî qata hejar û ew kesên ku pêwîstiya wan bi çareserkirina tendirustî heye û dixwazin serdana Herêma Kurdistanê bikin.”
Kesên herî zerermend ji ber girtina deriyê Sêmalka-Pêşabûr ew nexweşên ku li Herêma Kurdistanê çareserî dibînin.
Pisporê Navenda Cezîrê ya Pizîşkî Dr. Danîş Îbrahîm anî ziman, “Girtina dawî ya deriyê Sêmalka bandoreke zêde li ser nexweşên ku diçûn Herêma Kurdistanê. Berdewamî diçûn bi taybetî bo wan nexweşiyên giran, rojekê yan du rojan bo çareserriyê diman û vedigeriyan, lê niha neçr in li vir xerciyên zêde giran bidin, dibe ku bo her qurçikekê hezar dolaran bidin.”
Her wiha girtina Deriyê Sêmalka-Pêşabûrê bandoreke zêde xirab li ser bazarên Rojavayê Kurdistanê û tevgera avakirinê jî kiriye.
Bazirgan Mihemed Salih got, “Bandora girtinê giraniya nirxan çêdike. Anîna keresteyan bi rêya deriyê Sêmalka arzantir e ji anîna wan ji Tirkiye yan ji Azaz û Cerablusê, girtin wê bike ku nirxên keresteyan giran bibe.”
Deriyê Sêmalka-Pêşabûr ê di navera Rojava û Başûrê Kurdistanê de sala 2013an bi fermana Serok Barzanî hat vekirin, bi armanca çareserkirina nexweşan û tevgera bazirganî lê di salên dawî rê hat dayîn kesûkar li her du aliyan jî serdana hev bikin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin