Welatparêzî erkekî esasî yê her kurdekî netewperwer e!
Cano Amedî
Welatparêzî, li xwe û li doza xwe xwedî derketine û ev helwest jî erkê her kurdekî netewperwer e. Ev erk bingeha xwe ji hestên mirovahîyê û xwezayê jî digre. Hebûn û tunebûna netewan bi desthilatdarîya ernîgarîyê ve girêdayî ye. Miletên ku ji bo mafên xwe têdikoşin, hebûna xwe radestî dîrokê dikin. Lê bele, sitûxwarî û koletî bi xwe re mirina zîndî derdixe holê. Sîyaseta mêtîngehkarî, pişavtin û entegrasyon bingeha tunebûna milletan geş dike. Welatparêzî, li hemberê sîyaseta tunekirinê wargeha berxwedan û têkoşîna desthilatdarîya miletê xwe ye!
Bicîhanîna erkê netewî, kar û xebatên ji bo berjewendîyên giştî, têkoşîna li dijî dagirker û zaliman, bi temenê beşekî civatê ve ne girêdayî ye.
Temen û mensubîyeta çînî ya civakî, çi dibe bila bibe; divê her kurdekî/e niştimanperwer erken xwe yên welatparêzîyê bi cîh bîne. Ev erk jî têkoşîna bidestxistina mafên ji milletbûnê tê bi xwe ye. Hemû beşên civatê di warê têkoşîna bo azadîya kurdistanê de deyndare û divê tu kes wî deynê xwe nesipêre kesekî din an beşekî din!
Temenê me, ne asteng e ku em li dijî dagirkerîyê, li dijî sîyaseta mêtîngehkarîyê ne xwedî vizyon û helwestekê bin. Lewra helwest nîşandayin bi hişmendîya netewî û karakterê hemwelatîyê ve girêdayî ye. Ji ber van sedeman, temen ne astenge ji bo kar û xebatên doza netewî. Ked û xebatên kesayetan, hewldan û têkoşîna girseyî, weke dilopên baranê, rê li ber çem û rûbaran geş dike.
Her mirov, her niştimanperwer li gorî taqat û hêza xwe, li gorî şerd û mercên xwe, li gorî enerjî û derfetên xwe, dikare dilopên xweydana xwe, ked û enerjîya xwe bi pêlên têkoşîna netewî re parve bike. Bêguman helwest girtin û beşdarbûna nav refên têkoşînê li gorî pîvanên bîr û bawerîya kesayetîyê diguhere. Car caran pêlên bayê desthilatdar rê li ber demsalên berjewendîyên demkî vedike, bahoz û alozîyên civatî tevna civatê serûbin dike. Hişmendîya netewî dibe dîlê berjewendîya rojane.
Sîyaseta welatparêzî, bi hişmendîya netewî, bi kelecanîya têkoşînê, bi hest û pêwîstîya rêxistinbûnê, bi pênûs û nêrînên xwe dikare wezîfeyên xwe yên millî bi cih bîne; bi ked û xebatên hevbeş dikare bibe şirîkê doza bargiran. Ev erk ji bo herkesî derbas dibe. Nûner û temsîlkarên civatê neçarin ku erkê xwe yên netewî bi cîh bînin.
Konjonktora dinyê, demsalên sîyasî, sosyolojîya civatê, şerd û mercên demê, pêvajoya qeyranên sîyasî û aborî, ji bo veguherînek sîyasî, rêxistinî, civakî û kurdî pir girîng e! Hewldan û xebatên bi vî rengî, li gorî xwendin û nûjenkirina pêvajoya demê û li gorî têgihiştin û encamgirtina wê xwendinê ye.
Hewce nake ku em ji nûve rabin, cardin “Emerîkayê keşif bikin”. Tecrube û zehmetîyên ku me kişandîne em bigirin ber çavan û di dibîstana dîrokê de, bala xwe bidin tecrubeyên polên têkoşînê û li xwe vegerin, bawer bikin emê bi hêsanî bikaribin barê xwe sivik bikin. Lê mixabin nexweşîyên “ez û eztîyê”, gêrînoka “egoyê” û hesaben berjewendîyên şexsî, rê li ber me dixitimîne, asê dike û me difetisîne!
Di pêvajoyên hewldanên lêgerînê de, divê dêrûnî û encamên demsalên şikestinê baş bê nîrxandin, baş bê şîrove kirin û li ser encamên rasteqîn bê rawestin. Herkes dikare li gorî şerd û mercên dema xortanîya xwe, li gorî enerjîya cîwanîya xwe pêvajoya îro binîrxîne. Şerdên do û îro mûqayese bike! Çawa û bi çi şêweyî beşdarî nav refên têkoşînê bû. Ev beşdarbûn bi biryara malbatî bû an bi biryara kesayetî bû? Biryarên bi serê xwe bûn an biryarên bi bandora derdorê bûn? Bersiva van pirsan di turîkê herkesî de heye û bersîv ji hev cuda ne! Berîya em pirsen “Çima, Çima, Çima?” li pey hev rêz bikin, divê em derbasbûna xwe, xortanî û pêvajoya “betlana sîyasî” baş binîrxînin. Bersîva destpêka pirsa “ÇİMA” di wan gêrînokan de veşartîye.
Helwest girtin an beşdarbûna nav refên têkoşînê, do, îro û sibê jî li gorî şerd û mercên demê ye. Pêwîstîyên civatê, rêxistinbûna civatê û hêzbûna civatê, rê li ber ba û bahozên guhertinê xweş dike. Problem ew e ku, em bikaribin wî bayî geş bikin û bala civatê bikşînin ser wan hewldanan. Lê mixabin û hezar carî mixabin, hinek kesayetên ku sî-çil sal in ji rastîya civata xwe dûrketine, ji rastîya jiyana rojane û zehmetîyên demê dûr ketine, di bin tesîra nakokîyên dêrûnî de xwe diêşînin. Pirî caran mêzîna edaletê û ûjdanê li gorî hestên xwe binpê dikin. Pirî caran bi xwe re û bi derdora xwe re ne li hevkirî ne, sebeb û sedemên wê psîkolojîyê jî disa salên derbasbûyî û encamên şikestina sîyasî û rêxistinî ye. Ji ber ku muhasebe û lêkolînek rasteqîn nehat kirin, “hesab xwestin û hesabdayîn” di kolanan de, bû benîştê devên got gotan.
Raste em hemû di pêvajoyên dijwar de derbasbûn û dibin. Zahmetî û pirsgirêkên welatê me têra xwe pir û dijwarin. Bandora wan pirsgirêkan li ser jiyana me gelek tesîr dike. Hêz û qeweta me, rêxistinbûn û hişmendîya me ya civakî, li ber pêlên zilmê lawaz dimîne. Heta ku em bi hişmendîyeke netewî tevnegerin, bi armanc û stratejîyeke netewî, bi hêz û sînerjîyeke milî li hemberî sîstema dagirkerîyê qeweta xwe di bin sîwanek netewî de nêzî hev nekin, bi hevre tevnegerin û bi hevre bersîva pêvajoyê nedin, bawer bikin emê yek bi yek, hêz bi hêz, di gêrînoka “ez û eztîyê de” bifetisin. Divê em xwe û derdora xwe ji hestên dorpeçkirî û birîndarkirî xilas bikin. Pêwîstîya me bi hev heye, divê em hevdû gohdar bikin, bi hestên empatîyê em şans bidin hev û rê li ber hev asê nekin. Xurandina birînan hêsane, lê tedawî û ji bîrkirina êşa birînên müşterek gelekî zehmete!
Nêrînên me, helwestên me, partî û rêxistinên me ji hev cuda ne; lê welatê me, hestên me, hişmendî û êşên me yên netewî ji yek çavkanîyê ne. Em bixwazin an nexwazin, êş û birînên me yekin. Teşhîs û tedawîya me jî li gorî wê têgihiştinê bi hevre girêdayî ye. Hewce nake em di kolanên taxa medyaya civakî de bi helwestên hestyarî, bi refleksên dijberî, bi çîrokên “virt û vala” canê hewdû bi êşînin. Divê herkes li gorî şerd û mercên xwe, li gorî qewet û zanyarîya xwe bibe paleyê çêkirinê, bibe têkoşerê fedakarîyê. Divê em kêmasî û şaşîyên xwe qebûl bikin; goh bidin rexne û gazindeyên çêker. Em weke hev nefikirin jî divê li ser bingeha berjewendîyên netewî, em rêz li dîtin û helwestên hev bigirin. Têkoşîna rizgarîya netewî bi ked û xebatên hemû beşên civatê bi ser dikeve. Divê her kurdistanîyekî ku doza netewî ji xwe re kiriye armanc, bi berpirsîyarîya welatparêzîyê tevbigere û erkê xwe bi cîh bîne. Silav û rêz ji bo xwendin û nîrxandina we…
17.08.2024
Cano Amedî -AMED
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin