Welatperwerê Kurd Hemîdê Simaîlaxa Li Qoserê Hate Bibîranîn
.
Welatperwerê Kurd, yek ji kadroyên pêşeng ê doza azadîya Kurdistanê Hemîdê Simaîlaxa(Hamit Kiliçaslan) roja duşemê, 27.11.2023yê, di sêyemîn salvegera wefata wî de, li navçeya Qoser a Mêrdînê hate bibîranîn.
Bibîranîn ji alîyê malabata Hemît Kiliçaslan û Weqfa Hemîdê Simaîlaxa ve hate organîze kirin.
Bibîranînê bi merasîmeke li gundê Dêrika li ser Qoserê, gundê Hemîdê Smaîlaxa, li ser mezelê wî destpêkir.
Malbat, eqraba û hezkirîyên rehmetî Hemîdê Smaîlaxa û gelek partîyên Kurdistanî, siyasetmedar, rewşenbîr û TVyên kurdî, di merasîma li ser mezelî amade bûn.
Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Bedran Acar û gelek rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) yên Mêrdînê û Amedê beşdarî merasîma bibîranîna Hemîdê Simaîlaxa bûn.
Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî û Serokê Komîteya Ewropayê ya PWKyê Merd Baran Boskan, Mahmûd Remo (Berpirsê Tevgera Avakirina Demokratî Kurdistanî- Sûrya), sîyasetmedarên Kurd Îbrahîm Guçlu û Fûat Onen di derbarê jiyan û têkoşîna Hemîdê Simaîlaxa de axaftin.
Piştî merasim û axaftinên li ser goristanê, beşdar derbasî cîhê ku dê mewlûd lê bihata xwendinê bûn.
Piştî ku Mewlûda bi kurdî hate xwendin, nevberek ji bo bêhn vedan û xwarina firavînê hate dayîn.
Piştî bêhnvedanê panelek li ser dîroka Kurdistanê û bi navê Wêje û Penaberî dê bê li dar xistin.
Êvarê jî dê Çîrokên Mêrdînê û Dîwana Dengbêjan bê li dar xistin.
Kerem Serhedî, Ayhan Erkmen, Ramazan Kaya, Yasîn Turk, Samî Hêzil beşdarî panêlê û çakakîyên din bibin.
Rûpela Nû/ Qoser
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin