Wênesazê Dêrsimî tevî desttengiyê dest ji wênekêşiyê bernade
.
Wênesaz Yilmaz Kazanê ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê tevî desttengiyê dest ji meraqa xwe wênekêşiyê bernedaye û sembolên bajêr bi tabloyan diparêze.
Wênesazê Kurd Yilmaz Kazan li maleke sade ya ji keviran ku banê wê bi dar û heriyê hatiye girtin, li gundê Guleçî yê parêzgeha Dêrsimê dijî.
Yilmaz Kazanê 52 salî jiyaneke sade li vir derbas dike.
Di serma û seqema zivistana Dêrsimê de bi êzing û hejikan, sobaya darîn pêdixe û odeya xwe germ dike.
Ji ber hezkirina wî ji hunera wî re û ji çanda Dêrsimê re, li ser karê xwe berdewam dike.
Yilmaz Kazan ji Rûdawê re got:
"Ez 52 salî me. Dema dibe zivistan karê min nîne û ez mijûlî vî karî dibim. Ev hem huner e û hem ez jî demeke xweş derbas dikim û ruhê min pê vedihese."
Kazan da zanîn ku ew rengên erzan bi kar tîne û got:
“Ev reng, ew rengên erzan in ku zarok li dibistanê bi kar tînin û ez bi rêya cihekî erzan wan dikirim û dema ku karê min nîne pê mijûl dibim."
“Çi ji dilê min tê ez wan xêz dikim"
Yilmaz Karzan da zanîn wêneyan jî çêdike û karûbarên gund jî ji paşguh naxe û got:
“Ez li vî gundî mezin bûm û min ev tişt dîtine û bêyî ku ez li cihekî din binêrim, çi ji dilê min tê, ez bi van firçe û rengan li ser vê kaxezê xêz dikim."
Yilmaz ji zaroktiya xwe ve pênivîs, firçe û rengên xwe nedanîne, wênekêşan bûye meraqek ji bo wî û wekî ku ew dibêje, laşê wî pê vedihese û nearamiyê nahêle.
“Ti daha min ji tabloyan nîne”
Wênesazê Kurd her wiha got:
"Bi van wêneyan ku çêdikim min nikarîbû ne ji bo xwe û ne jî ji bo zarokên xwe dahatekê peyda bikim, tenê ruhê min pê rehet bûye, lê eger ez tenê vî karî bikim û dahatek jê hebe, ez dikarim karên çêtir bikim."
Yilmaz hosteyê dîwaran e lê zivistanan ev kar nîne. Loma jiyana xwe bi şivanî û karên din didomîne û xerciya du zarokên xwe yên xwendekar dabîn dike.
“Eger ez li dewleteke din bûma wê dewletê dê piştgirî bida min”
Kazan da zanîn ku keçeke wî li zanîngehê dixwîne û kurekî wî jî li lîseyê ye û wiha domand:
“Dema kar hebe ez di avahîsaziyê de kar dikim, ji ber ku zivistan e avahîsazî nîne, ez bi vî awayî mijûl dibim, dem bi vî awayî bi xweşî derbas dibe.
Bi rastî, eger ez li dewleteke din bûma wê dewletê dê piştgirî bida min, dewleteke din dê bigota ev kes bi van derfetan hatiye vir, hewlên wî didît û piştgirî lê dikir."
Her çend amûrên wênekêşiyê bi zehmetî dikire, dîsa jî dest ji meraqa xwe ya zaroktiyê bernedaye.
“Min ji zaroktiyê ve dest pê kiriye”
Yilmaz Kazan her wiha got:
“Li vî gundî dijîm, pêdiviyên min hene, behreya min jî heye. Ez dikarim xwe îsbat bikim ji ber ku hunera min heye, eger alîkarî jî nebe ez dê bi awayekî berdewam bim, ev êdî ruhê min e, min ji zaroktiyê ve dest pê kiriye û ji vir û bi şûn de çi jî bibe ez dev jê bernadim, sibeh û êvarê ez kula dilê xwe bi vê hunerê derdibirim."
Armanca Yilmaz ne ew e ku navdar bibe lê armanca wî ew e ku zarokên wî bixwînin û bigihin xewnên xwe, her wiha dixwaze rewşeke wisa jê re çêbibe ku bikaribe wênekêşiyê berdewam bike.
Eger derfet pê were dayîn jî dikare behreya xwe ya wênekêşiyê dorfirehtir bike û navê Dêrsimê li cîhanê bide nasîn.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin