Wêneyê Nasrallah bi Sûrên Diyarbekirê ve hat daliqandin

Wêneyê Nasrallah bi Sûrên Diyarbekirê ve hat daliqandin

.

A+A-

 Li Diyarbekirê wêneyê Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, Hesen Nasrallah ku di êrîşa ser Beyrûdê ya Îsraîlê de hate kuştin, hate daliqandin.

Hin kesan îro Yekşemê posterê Nasrallah bi nivîsa, ‘Rêya te rêya me ye Ey Şehîd!’ bi Bircên (Sûr) Diyarbekirê ve daliqand.

 

 

Heman kesan dema wêneyê Nasrallah daliqandin alên Filîstîn û Hizbullahê jî hejandin.

Tê gotin ku dema wan kesan postên Nasrallah danîne ser Sûran, polîsan jî ewlehiya wan kontrol kiriye û ti destwerdanek nekirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin