Weqfa Îsmaîl Beşîkçî raportek derbarê binpêkirinên li dijî mafên hunermendên Kurd de amade kir
.
Weqfa Îsmaîl Beşîkçî di derbarê astengî û binpêkirinên mafên hunermendên Kurd li ser mînaka muzîkjen û şanogeran raportek amade kir.
Ji bo xebatê 15 jê muzîkjen û 15 jê şanoger, bi giştî li gel 30 hunermandan hevdîtinên nîv-sazkirî û hevdîtinên berfireh hatine pêkanîn.
Xebata ku koordînatoriya wê Ayşe Tepe Dogan kiriye tê de wha tê gotin “Li Tirkiyeyê çand û huner tenê li ser zimanê Tirkî dihate pênasekirin. Lê belê îcrayên Kurdan li qada çand û hunerê her diçe zêde dibe, lewma pêwîstî pê çêbû ku pirsgirêkên wan yên li vê qadê bêne analîzkirin.”
“Ev raport yekemîn e”
Di raportê de tê tekezkirin ku heta niha di derbarê binpêkirinên ku hunermedên rûbirû mane xebateke taybet nehatiye kirin, ji ber vê yeke di vî warî de ev yekemîn e.
Raporta bi navê “Xebatek di derbarê binpêkirinên mafên hunermendên Kurd li ser mînaka muzîkjen û şanogeran” ku ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî hatiye amadekirin wiha ye:
“Ev xebat dike armanç ku binpêkirina mafên muzîkjen û şanogerên ku bêtir hunera xwe bi Kurdî îcra dikin bi rehendên qanûnî, sîyasî û çandî derxîne holê û ferqdariyekê derheqê binpêkirina mafan da pêk bîne. Bi vî awayî xebat hewl dide ku bibe hevparê avakirina polîtîkayeke sivîl û demokratik bo hunermendan ku têda hunera xwe bi awayekî azad îcra bikin.
Heta ku di pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) da bi awayekî piranîparêz hate pênasekirin û hemû zimanên li welatî tên axaftin wergirte nava xwe, li Tirkiyeyê çand û huner tenê li ser zimanê Tirkî dihate pênasekirin. Lê belê îcrayên Kurdan li qada çand û hunerê her diçe zêde dibe, lewma pêwîstî pê çêbû ku pirsgirêkên wan yên li vê qadê bêne analîzkirin. Herçend li hinek raporên vê dawiyê li ser sansûr û qedexeyên qada çand û hunerê hatine amadekirin, cih dabine binpêkiran mafên hunermendên Kurd jî hêj jî li ser binpêkirina mafên hunermendên Kurd xebateke serbixwe nehatiye rêvebirin. Bi vî awayî ev rapora berdest xebata ewil e di qada xwe da.
“Heta sala 1991an hemû çalakiyên hunerê yên Kurdî qedexebûn”
Li Tirkiye’yê hemû çalakiyên hunerê yên bi Kurdî qedexe bûn heta ku sala 1991an qedexeyên li ser zimanê Kurdî bi awayekî sînordar hatine rakirin. Ji ber nebûna statûyeke fermî ya zimanê Kurdî, hunermendên ku hunera xwe bi Kurdî îcra dikin bêpar mane ji statûyeke ku wan dike xwedî heqê xebatên xwe. Hunermendên ku piştî sala 1991an bi rabûna berteng ya qedexeyên li ser zimanê Kurdî li saziyên çandê yên Kurdan berhevbûne, daxilî vê xebatê bûne digel hunermendên piştî salên 2000î bi berbelavbûna girseyî ya axaftina zimanê Kurdî ve derfet peyda kirine ku li Tirkiye’yê hunera xwe bi Kurdî îcra bikin.
Sala 2009an û piştî hingê bo Kêşeya Kurd lêgerînên derveyî pevçûnê bûne rojev û pêvajoya danûstendinên endamtiya YE dest pê kir, lewma li Tirkiye’yê serdemeke nû peyda bû ku dê bandoreke mezin li ser jiyana siyasî û hunerî bikira. Dihate gotin ku hewl heye ji bo dûrketina ji polîtîkayên çandî yên binecih ku armanca wan asîmîlekirina gel û komên etnîk yên cuda bû. Xwetemsîlkirin û xweîfadekirina Kurdan bi rêya saziyên legal- di serî da rêvebiriyên herêmî-, li temamî welatî bicihanîna guherînên qanûnî û îdarî ji bo piştevaniya piranîparêziya çandî, hêvî û bendewarî zêde kirin ku Kêşeya Kurd dê bi veguherîna demokratik a Tirkiye’yê ve bête çareserkirin.
“ji bo hunermendên Kurd îstîfadekirina ji mafên çandî li ser rûdanên sîyasî ava dibû”
Ji ber ku bi “Vebûn” û “Pêvajoya Çareseriyê”yê ve girêdayî hatine bicihanîn, ji bo hunermendên Kurd îstîfadekirina ji mafên çandî li ser rûdanên sîyasî ava dibû. Vesazkirin ji beşdariya aliyên cuda dûr bûn û wekî kiryaya yekalî ya dewletî bûn, lewma jî gava ew bi navê “reform”an dihatine bicihkirin, nemimkûn bû ku kêmasiyên wan ji aliyê civaka sivîl ve bêne kontrolkirin. Çawa ku bi rêveberiya Rewşa Awarte [OHAL] ya ku sala 2016an hatîye îlankirin ve gelek komele, şanoyên taybet, atolyeyên hunerê û saziyên wekî wan yên qada çand û hunerê hatine dadan. Rapor li ser vê pêvajoyê û rûdanên piştî hingê hûr dibe û hewl dide ku sedemên pirsgirêkan analîz bike yên ku ji vesakirinên qanûnî û polîtîkayên hunerî derbûne.
“Li gel 30 hunermandan hevdîtin hatine pêkanîn”
Ji bo xebatê 15 jê muzîkjen û 15 jê şanoger, bi giştî li gel 30 hunermandan hevdîtinên nîv-sazkirî û hevdîtinên berfireh hatine pêkanîn. Herwiha li gel 2 şexsên ku li saziyên çandî yen Kurdan rêveberî kirine jî hevdîtin pêk hatine.
Di lêkolînê da ji beşdaran hate pirsîn ka astengiyên qanûnî û fîîlî çi ne li hemberî îcraya hunera bi Kurdî; ka helwesta dewletê û ya saziyên taybet çi ye li hemberî hunera bi Kurdî û ka piştevaniya wan heya yan nîne. Herwiha pirsên wisa jî hatine pirsîn û li ser raporê hatine zêdekirin: Gelo di navbera vesazkirinên qanûnî û polîtîkayên hunerê yên dewletê hevgirî heye? Gelo ew hevgirî û nehevgirî çawa bandorê li binpêkirina mafên hunermendên Kurd dike? Gelo di navbera atmosfera siyasî û binpêkirina mafan da pêwendî heye? Dîsa pêşniyazên beşdaran hatine wergirtin ka dê kîjan vesazkirinên qanûnî wan binpêkirinan berteref bikin.
Di encama xebatê da dîyar bû ku vesazkirinên (regulation) derheqê Kurdî da bi xûmamî ne û vekîrî ne bo şîroveyan û rayedarên dewletê li gorî atmosfera siyasî rewşên awarte ava kirine ku îstîfadekirina ji mafan asteng dikin. Hate dîtin ku qedexe û astengiyên fîîlî ne tenê ji aliye saziyên dewletî herwisa ji aliyê sazî û şexsên ku pişta xwe didin polîtîkayên çandî yên dewletê jî têne bicihanîn. Wek encam, ew nêrîn bûne sedemê cudakarî, otosansûr û derdê debarê, lewma îcrakirina hunera bi Kurdî bi zehmet xistine.
“Divê Tirkiye îtîrazên xwe yên bo peymanên navnetewî rake”
Li beşa encam û pêşniyazan hatiye îfadekirin ku bêterefbûna dewletê an jî ihtiraza wê bo peymanên bingehîn û peymanên ku hinek mafan bi taybetî vesaz dikin nayê wateya hindê ku ew nemecbûr e bide pey “qedexeya cudakariyê”, lewma ji Tirkiye’yê tê daxwazkirin ku îhtirazên xwe yên bo peymanên navneteweyî rake. Ev rapora berdest li pişta wê nêrînê ye.
“Bêyî cudakariyê divê hundermendên Kurd ji piştevaniyê sûdê wergirin”
Ji bo ku zimanê Kurdî li qada çand û hunerê cihê xwe yê heqkirî wergire û bi peş bikeve, bi awayekî aşkere divê vesazkirinên qanûnî û pratîkî bêne kirin da ku Kurdî pêşdibistan têda li hemû astên perwer deyê bê bikaranîn. Lewma hatiye daxuyandin ku ji bo parastin û bipêşvebirina Kurdî û zimanên dîtir, di serî da perwerde, li her qadê vesazkirinên îdarî û fîîlî bêne bicihanîn. Girîng e ku ji bo piştevaniya çalakî û hilberînên hunerî, nêrînên cudakar bên berdan û bikerên kiryarên keyfî bên cizakirin. Hewce ye di serî da konserwatûwara Kurdî, ji bo hemû qadên hunerê li zanîngehan beş bêne vekirin û xebat bêne birêvebirin. Herwisa hewce ye wek ku di peymanên navneteweyî da hatiye garantîkirin, dewlet wisa piştevaniya hunermendan bike da ku ew bigehin asteke aborî bo îcrakirina hunera xwe û hunermendên ku hunera xwe bi Kurdî îcra dikin jî bêyî cudakarî ji wê piştevaniyê sûdê wergirin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin